PODCAST · news
SBS Kurdish - SBS Kurdî
by SBS
Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
-
849
"Budget 2026 is designed to ease inflation pressures on Australians” - "Armanca budceya 2026 ku enflasyonê kêm bike"
Today we’re taking a closer look at the 2026 Federal Budget and what it really means for everyday people in the community. Financial adviser Nader Gariban examines the major impacts of Australia’s 2026 Federal Budget on everyday Australians. The discussion focuses on cost-of-living pressures, tax changes affecting small businesses and migrant communities, housing affordability, and new opportunities for young people in education and employment. It also explores which income groups benefit most from the budget measures and who may still be left out. - Îro emê li Budceya Federal a 2026an û wateya wê ya rastîn ji bo kesên rojane di civaka me de binêrin. Bi zêdebûna lêçûnên jiyanê, û zexta berdewam li ser xanî û karsaziyên piçûk, gelek malbat pirseke hêsan dipirsin - ev budce dê çawa bandorê li kesan bike? Ji bo ku em fêm bikin, jimêryar Nader Xeriban ji Countax dê xalên sereke bi me re parve bike ka ev guhertinên di budceya 2026 de ji Australiyan çi wateyê didin!
-
848
Êzîdî di hukûmeta nû ya Iraqê de nûneratiyeke dadperwer dixwazin
Hejmara Êzidiyan li Iraqê û Herêma Kurdistanê nêzikî 550 hezar kese. Ew ji hukûmeta Iraqê ya nû daxwaz dikin ku Wezareta Koçberî û Awareyan bidin wan û fişareke tund dikin ku ev wezaret ji bo Êzidiyan be. Li Alîyekî din, binpêkirinên li dijî xwezaya Herêma Kurdistanê gelekî zêde bûne û jîngeha Kurdistanê bi qirêjiyeke mezin re rû bi rû maye. Ev binpêkirin, ku birrîna daristanan û rijandina bermayên pîşesaziyê di nav çem û zeviyan de dihewîne, bûne sedema têkdana hevsengiya ekolojîk û guherîna avhewayê.
-
847
Nûçeyên roja Çarşemê 13/05/2026
Di vê bûletenê de: Hukûmet dixebite ku budceya xwe bifroşe ... dibêje wê biryarên dijwar dane... Parlamenterê nû yê Yek Netewe, David Farley, dibêje budce ji bo herêma wî ya NSW pir kêm tiştan dide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
846
Paytexta çanda afirîner û ezmûnên Australya
Melbourne dilê çanda Australya ye - bajarekî afirîner, pirçand, werzîş û huner di ezmûneke bajarî ya zindî de tên cem hev. Ji kolanên îkonîk û çanda xwarinê ya cihêreng bigire heya enerjiya Federation Square û bûyerên navdar ên cîhanê, Melbourne ji nîşaneyên dîrokî bêtir pêşkêş dike; ew atmosfêr û civakê pêşkêş dike.
-
845
Investors, renters react cautiously to Australia changing negative gearing, capital gains tax - Veberhêner û kirêdar li Australya ji guhertinên bacê bi hişyarî tevdigerin
Speculation was rife in the lead up to this year's budget about what it would contain for housing investors. Now we know what Treasurer Jim Chalmers has planned for the capital gains tax discount, and negative gearing regime, both of which have been blamed for favouring investors over first home buyers and inflating prices. - Berî budceya îsal gelek texmîn hebûn ka ew ê ji bo kesên ku milkê veberhênanê hene çi wateyê bide. Niha em dizanin Xeznedar Jim Chalmers bi kêmkirina bacê li ser qezencên ji firotina milk û rêgezên bacê yên ku dihêle veberhêner bacê kêm bikin dema ku milkê wan yên kirê pereyan winda dikin, çi plan dike ku bike. Ev rêzikname ji ber ku ji kirrûbirên xaniyên yekem bêtir alîkariya veberhêneran dikin û bihayên xaniyan bilind dikin, hatine rexnekirin.
-
844
Nûçeyên roja Sêşemê 12/05/2026
Di vê bûletene de: Leşkerekî Australî di dema dewreya perwerdehiyê de dimire... Di çar salên bê de dahata budceya federal dê bi 45 milyar dolarî zêde bibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
843
Amedspor bi serkeftina Super Lîg bû sembola neteweyî
Tîmê futbola Amedê, Amedspor çû Super lîga Tirkîye. Ev serkeftin di nav Kurdan de kêfxweşiyeke mezin çêkir. Ev tîm êdî weke sembola Kurdan e, yek ji wan tîman e ku ji du milyonî zêdetir alîgirên xwe yên fermî hene. Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Sertokê MHPê Devlet Bahçelî jî serkeftina Amedspor pîroz kirin. Hêjayî gotinê ye ku Devlet Bahçelî sê salan berê di gotibû "Ji bo me cîhek bi navê Amedê nîne.’’ Lê hin şîrovekar îdia dikin ku serkeftina Amedsporê ji encama pêvajoya siyasî ye ku du sal in li Tirkiye didome ye.
-
842
Alîkariya leşkerî ya Amerîka ji bo Kurdan dibe sedema aloziyên siyasî li Herêma Kurdistanê
Daxuyanîyeke nû ya Donald Trump, serokê Amerîka, derbarê dayîna çek û alîkarîya leşkerî bb Kurdan re, pêleke berfireh a bertek û nîqaşan di navenda siyasî û medyayî ya Herêma Kurdistanê de çêkiriye. Ev yek bûye sedema derketina cureyeke ji hevrikîya medyayî di navbera alîgir û kadroyên PDK û YNK ku her aliyek yê din bi birina çekan tohmetbar dike.
-
841
Bridging worlds: A Kurdish–Korean love story shaped in Australia - Yekkirina çandan: Çîrokeke evînê ya Kurdî-Kûrî li Australya şêwekirî
The intercultural relationship of Tara Fatehi and Sam Yoon illustrates how Kurdish and Korean cultural backgrounds can be meaningfully integrated through shared values, mutual respect, and active engagement with language and tradition. Despite challenges such as communication barriers and raising a multilingual child, cultural similarities help ease their journey. Their experience reflects a commitment to fostering a blended multicultural identity shaped by Kurdish, Korean, and Australian influences. - Zewaca Tara Fatehi û Sam Yoon nîşan dide ku paşerehên çandî yên Kurdî û Kûrî dikarin bi rêya nirxên hevpar, rêzgirtin û têkiliya çalak bi ziman û kevneşopiyê re bi awayekî watedar werin entegresiyonkirin. Ezmûna wan pabendbûna xwe ji bo pêşvexistina nasnameyeke pirçandî nîşan dide ku ji bandorên Kurdî, Kûrî û Australî ve hatiye pêkanîn.
-
840
Vegerandina malbatên Australî ji kampa Roj hatiye astengkirin
Hekmiye Ibrahim rêvebera Kampa Roj li bakur-rojhilatê Sûriyê li ser dijwariyên vegerandina jinebîyên koma Dewleta Îslamî (DAIŞ) û zarokên wan yên ku di kampê de ne nîqaş dike. Ew, du hewldanên vegerandinê bi hûrgilî vedibêje, di nav de veguhestina çar malbatan bo Şamê, ku di dawiyê de ji ber nebûna pejirandina fermî ji hukûmeta Autralya rawestiya. Rêveber tekeze dike ku rayedarên kampê hevrêzî hêsan kirine û malbatan wekî gefên ewlehiyê nabînin.
-
839
Kurdish culture meets Artificial Intelligence, Zozan C the first Kurdish AI singer - Zozan C nas bikin, hunermenda bi Hişmendiya Çêkirî (AI) hatiye afirandin
“Zozan is here to shatter unconscious perceptions like ‘some people can’t speak Kurdish,” says Bijar Koban, the creator of Zozan C. “Zozan is a new image of a Kurd representing cosmopolitan life, art, and intellectual life; she is the voice of Kurds living in cities.” With Zozan C, Koban brings Kurdish language and culture into a contemporary space where technology, memory, and artistic experimentation meet. - Zozan C, yekemîn stranbêj, hunermend û modêla kurd a bi Hişmendiya Çêkirî hatiye çêkirin. Afirîner û berhemhênerê wê Bijar Koban e, ew hevpeyvîneke pir taybet dide SBS Kurdî. Di vê hevpeyvînê de Bijar yekemcar e bi dengê xwe diaxife û behsa pêvajo û armanca çêkirina Zozan C û kar, xebat û planên siberojê dike.
-
838
Thirty years after Port Arthur, are we doing enough about gun control? - Sî sal piştî Port Arthur, gelo em derbarê kontrolkirina çekan de têra xwe dikin?
It's 30 years today since 35 people died and dozens more were injured in a shooting at Port Arthur, in southern Tasmania. The tragedy led to a mass buyback of more than half-a-million guns and other reforms to gun ownership. Advocates for control say more needs to be done in 2026 to limit the number of guns in the community, but shooters say they feel unfairly treated. - Di 28ê Nîsana 1996an de, li Port Arthur, li başûrê Tasmanya, di êrîşeke çekdarî de 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Ev trajediya bû sedema kirîna girseyî ya zêdetirî nîv milyon çek ji xwedan çekan û reformên din ên çekan. Parêzvanên kontrolê dibêjin di sala 2026an de divê bêtir tişt werin kirin da ku hejmara çekan di civakê de werin sînordarkirin, lê bikarhênerên çekan dibêjin ew hest dikin ku bi neheqî hatine muamelekirin.
-
837
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî bike
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 23/04/2026 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, hevpeyvîn û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.
-
836
Nûçeyên roja Înî 24 04 2026
Di bûletena îro de: Serokê DYA Donald Trump dibêje ew ê ji bo bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn lezê neke... Hukûmeta Australya dibêje avakirina bîreke neftê ya nû ne çareseriyeke ji bo zextên sotemeniyê yên heyî ye, ew nûçe û nûçeyên din di bûlatenê de hene.
-
835
"Language is one of the most important tool for humanity, it is the key to communication" - "Ziman yek ji girîngtirîn şert û mercên mirovahiyê ye, kilîta danûstendinê ye"
Language is a strong identity of the Kurdish people that has remained throughout history. Despite the persecution of their language, the Kurdish language remained not only a living language, but also a language rich in spoken folklore. In SBS Kurdish podcast series, My Kurdish Language is My Identity, experts and linguists are our podcast guests, our quest today is linguist, writer and journalist Shahin Bekir Sorekli. - Ziman ji bo gelê Kurd nasnameyeke xurt e ku di dîrokê de ev gela zindî hîştîye. Lê kurd ji ber nebûna ziman û alfabeya standerd rastî astengiyeke mezin hatine. SBS Kurdî di zincîreya bi navê "Ziman Nasnameya Min e" ê nêrînên nû ji mêvanên xwe pêşkêş bike. Mêvanê me zimannas, nivîskar û rojnamevan mamoste Shahînê Bekirê Soreklî ye. Birêz Soreklî nerînên xwe derbarê rêziman û standerdkirina zimanê Kurdî bi me re parevedike.
-
834
Nûçeyên roja Înî 23 04 2026
Di vê bûletene de: DYA, Arjentîna û Cezayîr di nav welatên ku sotemeniyê didin Australya ... Serokwezîrê Lubnanê piştî kuştina rojnamevana Lubnanî Amal Xelîl Îsraîlê bi tawanên şer tawanbar dike... Û di golfê de, Şampiyona Australî Hannah Green bi yekemîn pêşbirka golf ya jinan a salê re rû bi rû dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
833
Trajîdiya Xezalê - Pêşmergeya li ber deriyê nexweşxaneyê can da
Xezal pêşmergeyek gênc bû, piştî ku Komara Îslamî ya Îranê ew li Herêma Kurdistanê bi firokên bê firokvan birîndar kir. Ew ji ber birînên giran hate veguhestin bo bajarê Silêmaniyê. Lê nexweşxaneyê Xezal Mewlan wernegirt. Piştre, ew hat veguhestin bo nexweşxaneyeke din, lê li wir ji ber birîna dijwar jiyana xwe ji dest da. Dermannekirina wê di nexweşxaneyê de gelek hereş e û rexne çê kir. Çima nexweşxaneyan ew wernegirtin? Herweha di raporê de hat gotin ku, piştî ku YNK û PDK li hev nekirin, gelek kes li Herêma Kurdistanê behsa birêvebirina du îdareyan dikin: yek li Hewlêr û yek li Silêmanî.
-
832
Free RSV vaccinations for older Australians - Vaksînên RSV yên belaş ji bo Australiyên temenmezin
The Federal Government has announced free R-S-V vaccinations for older Australians, in a push to better protect those most at risk from the potentially deadly respiratory virus. The $445 million dollar investment means Australians aged 75 and over - and Aboriginal and Torres Strait Islander people aged 60 and over - will be able to access the immunisation for free from mid May, saving them as much as $300 dollars per vaccination. - Hukûmeta Federal vaksînên belaş ên Respiratory Syncytial Virus R-S-V ku vîroseke bandorê li pişikan dike ji bo Australiyên temenmezin ragihand, da ku kesên ku herî zêde di mertisiyê de ne ji vîrosa kujer biparêzin. Veberhênana 445 milyon dolarî tê vê wateyê ku Australiyên ji 75 salî mezintir- û xelkê Aborjinî û Giravên Torres Strait ên 60 salî û mezintir - dê ji nîvê Gulanê û pê ve bikaribin belaş bigihîjin vaksînlêdanê.
-
831
Nûçeyên roja Çarşemê 22/04/2026
Di vê bûletenê de: Donald Trump agirbesta Îranê dirêj dike ji ber ku alozî û gefên petrolê zêde dibin... Hukûmeta federal ji bo şîrketên Australya bêtir dabînkirina mazotê peyda dike, û di werzîşê de, Formula 1 siberoja motora xwe ji nû ve dinirxîne, bi veguheztina ber bi hêza hîbrîd û şewitandinê ve. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
830
Doza Gulîstanê fireh dibe: Kurê walî û bavê wî jî di nav tawanbaran de
Lêpirsîna li ser wundakirina keça Kurd Gulîstan Doku hefteyek e didome. Kurê walîyê berê yê Dersîmê (Tuncelî) Mustafa Tuncel Sonel bi kuştina Gulîstanê tê tawanbarkirin û hate girtin. Bavê wî yê walî jî ji tarîkirina delîlan, bikaranîna erka dewletê tê tawanbarkirin. Walî Sonel, sê rojan berê li bajarê Elezîzê, bi nasnameyyeke sexte hate girtin. Lêpirsîna wî li bajarê Erzîromê destpêkir û roja Sêşemê (21/04/2026) ew dersixstin pêş dozger bi dexwaza girtinê. Heta niha 15 kes di vê lêpirsînê hatine girtin.
-
829
Yazidi New Year celebrated with joy and tradition in Coffs Harbour - Sersala Êzîdiyan bi kêf û kevneşopiyê li Coffs Harbour hate pîrozkirin
Salwa Bashar is a member of the Yazidi community in Coffs Harbour. We spoke to her about the Yazidi New Year celebrations. She explains that it is a joyful and meaningful celebration. Families prepare special food at home, including sweets like pastries and traditional dishes, and they gather to eat together around midday. Later in the day, the community comes together for celebrations with music, dancing, and social activities. A key symbol of the celebration is boiled and decorated eggs. - Selwa Beşar endama civaka Êzîdiyan li Coffs Harbour e. Em bi wê re li ser pîrozbahiyên Sersala Êzîdiyan axivîn. Ew vedibêje ku ev pîrozbahiyeke kêfxweşî û watedar e. Malbat li mal xwarinên taybetî amade dikin, di nav de şîrîniyên wekî kulîçe û xwarinên kevneşopî, û ew li dora nîvro dicivin da ku bi hev re bixwin. Piştî nîvro, civak ji bo pîrozbahiyan bi muzîk, dîlan û çalakiyên civakî dicive. Semboleke sereke ya pîrozbahiyê hêkên kelandî û xemilandî ne.
-
828
Nûçeyên roja Înî 17 04 2026
Di bûletena îro de: Donald Trump ji lêçûnên parastinê yên Australyayê û rola wê li Girava Hormuzê 'ne razî' ye... Serokê opozîsyonê dibêje Serokwezîr têra xwe nekiriye sewqiyatên sotemeniyê yên zêde misoger bike, ew nûçe û nûçeyên din di bûlatenê de hene.
-
827
Nuçeyên roja Pêncşemê 16 04 2026
Di vê bûletene de… Agirekî mezin ji bo sînordarkirina hilberîna sotemeniyê li yek ji du cihên neftê yên dawîn li Australya… Wîlayet û herêm parastina xwe ji bo sotemeniyê li hember krîza dabînkirina pêşbaziyê dikin... Û di futbolê de, FIFA israr dike ku Îran îsal di kûpaya cîhanê de bilîze, tevî ku bi welatê mêvandar re di şer de ye. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
826
Tirkiyê–Îsraîl: Têkiliyên dîplomatîk bi sedema şerê Xezeyê têk diçin
Aloziyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bi giranî ji ber piştgiriya xurt a Tirkiyê ji bo Filistînê û dijberiya li hember çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê li Xezeyê, ku piştî 7ê Cotmeha 2023an bi tundî zêde bûn. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi tundî rexne li Îsraîlê girt, ku ev yek bû sedema têkçûna têkiliyên dîplomatîk û Tirkiyê Îsraîlê bi sûcên şer tawanbar dkie. Zêdetir derbarê wê mijarê û mijarên din di raporta Hatice Kamer ji Amedê hene.
-
825
Nûçeyên roja Çarşemê 15/04/2026
Di vê bûletenê de: Donald Trump ji rojnamevanan re dibêje ew dirêjkirina agirbesta bi Îranê re nafikire... Wezîrê Karên Navxweyî pêşniyara siyaseta koçberiyê ya kwalisyonê rexne dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
824
Yazidi New Year celebrated in Toowoomba and around the world - Li Toowoomba û li seranserê cîhanê Sersala Êzîdiyan tê pîrozkirin
The first Wednesday of April is considered the most important holiday among the Yazidis and is commonly referred to as the Yazidi New Year. This event is celebrated every year on the first Wednesday of April, according to the old (eastern) calendar. The Yazidi community in Toowoomba, Queensland is celebrating this important day, with musician Simo Shengaly joining in with his songs. - Çarşema yekem di nav Êzîdiyan de wekî cejna herî girîng tê zanîn û bi gelemperî wekî Sersala Êzîdiyan tê hesibandin. Ev cejn her sal di Çarşema yekem a Nîsanê de, li gorî salnameya kevin (rojhilat), tê pîrozkirin. Civaka Êzîdî li Toowoomba, Queensland vê roja girîng pîroz dike, muzîkjen Sîmo bi stranên xwe têde beşdar dibe.
-
823
Yazidi New Year celebrated worldwide, including in Wagga Wagga - Sersala Êzîdiyan li cîhanê tê pîrozkirin – Wagga Wagga jî di nav de
The first Wednesday in April is regarded as the most important festival for Yazidis and is widely considered the Yazidi New Year. It is celebrated each year on the first Wednesday of April according to the old (Eastern) calendar and symbolises the renewal of life and nature. The Yazidi community in Wagga Wagga is marking this important occasion, with musician Khairi Shengali actively participating in the event and performing voluntarily. - Cejina Çarşema Nîsanê di nav Êzîdiyan de wek cejna herî girîng tê zanîn û bi gelemperî wek Sersala Êzdiyan tê hesibandin. Ev cejna her sal di yekemîn Çarşema meha Nîsanê de, li gorî salnameya kevn (Rojhilatî), tê pîrozkirin û nîşana nûbûna jiyanê, xwezayê û cîhanê ye. Li bajarokê Wagga Wagga, hunermend Xeyrî Şinglalî yek ji wan kesan e ku bi awayekî çalak beşdarî vê cejnê dibe û stranan bêje.
-
822
Hilbijartina serokatiyê li Iraqê yekîtiya siyasî ya Kurdî qels dike
Hilbijartina Nizar Amêdî wek serokê Îraqê nîşan dide ku di navbera Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) de dijberî berdewam e. Her çende ku serokatî bi gelemperî diçe siyasetmedarekî Kurd jî, nakokiyên di navbera van her du partiyan de aloziyeke siyasî çêkir. Ev dijberî bandorê li biryardanê û yekîtîya di navbera Herêmê û Iraqê de bi tevahî dike. Zêdetir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
-
821
Nûçeyên roja Înî 10 04 2026
Di vê bûletene de: Rêberên Australya û Singapûrê li ser ewlehiya sotemeniyê nîqaşê dikin... Serokwezîrê Îsraîlê dibêje Îsraîl dê çalakiyên leşkerî li Lubnanê bidomîne... Û di tenîs de, Alex de Minaur derbasî çaryekfînala Monte Carlo Masters dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
820
Nuçeyên roja Pêncşemê 09 04 2026
Di vê bûletene de: Piştî êrîşên kujer ên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, li ser vekirina Tengava Hormuzê tevlihevî heye... Australya hewl dide ku agirbesta Rojhilata Navîn berfireh bike da ku Lubnanê jî di nav de hebe... Û di werzîşê de, AC Milan, Inter û Juventus e dê li Perth bilîzin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
819
Bajarê Wanê yê geştiyar ji ber şerê li Îranê di krîza aboriyê de ye
Di şerê îranê de, di roja 40î de agirbesteke du alî hate ragihandin. Ev şer bandora xwe li ser hemî cîhanê heye. Lê li Tirkiyê, bajarê Wanê di warê aboriyê de di bin zinayeneke giran da ye. Her sal bi sed hezaran Îranî jibo geştiyarê berê xwe didan Wanê, bi taybetî di dema Newrozê de. Par nêzikî 800 hezar geştîyar hatin, lê îsal rewş xerab e. Odeya Pişesazîya Wanê dide xuyakirin ger şer dewam bike, ziyana Wanê wê ji milyar dolarî zêdetir be.
-
818
Welatiyên Herêma Kurdistanê ji bilindbûna buhayê alîktrîkê nerazî ne
Hejmareke mezin ji welatiyên Herêma Kurdistanê gilî û nerazîbûna xwe li hember bilindbûna buhayê aliktrîkê nîşan didin û daxwaz dikin ku buhayê wê were kêmkirin. Li bajarê Duhokê xelk li ber rîveberiya aliktrîkê nerazîbûna xwe nîşan da. Ji aliyekî din ve, bendavên Herêma Kurdistanê ji ber barana zêde û berfê tujî bûne, ev yek jî feydeyeke mezin digihîne welatiyêncotkar, geştiyar û karsazên Herêma Kurdistanê.
-
817
Youth vaping: Hidden health risks and growing addiction concerns - Vapinga Ciwanan: Metirsiyên tenduristiyê yên veşartî û xemên zêdebûna îdmanê
We spoke with Dr Ali Zebari about the growing concerns around youth vaping, noting that despite being marketed as safer than smoking, it still poses serious short- and long-term risks, including nicotine addiction, respiratory problems, and harmful effects on brain development in adolescents. He stressed that young people may be more vulnerable to addiction due to their developing brains and highlighted that the rise in vaping is driven by social media influence, peer pressure, appealing flavours, and targeted marketing. - Em bi Dr Eli Zêbarî re li ser xemên zêde yên li ser vapinga (cixareya elekronîkî) ciwanan diaxafin. Dr Zêbarî destnîşan kir tevî ku wekî ewletir ji cixarekêşanê tê firotin jî, ew hîn jî rîskên cidî yên demkurt û demdirêj çêdike, di nav de îdmana nîkotînê, pirsgirêkên nefesê û bandorên zirardar li ser pêşkeftina mêjî ya ciwanan. Wî tekez kir ku ciwan dikarin ji ber mêjiyên xwe yên nepêşkeftî bêtir zirarê bibînin, û destnîşan kir ku zêdebûna vapingê ji hêla bandora medyaya civakî, zexta hevalan, tamên balkêş û kirrûbirra armanckirî ve tê rêve kirin.
-
816
Motorists' pain at the pump likely to continue for some time - Pêkane kêmbûna benzînê ta demekê berdewam bike
The announcement of a ceasefire in the Middle East looks set to reduce motorists' pain at the pump, with Iran agreeing to allow ships through the Strait of Hormuz. But even if the ceasefire holds, it's likely price reductions will take time to flow through, and disruption to global markets could have a long tail. The government is again urging calm, saying fuel supplies are secure into May, as it works to shore up supply from international partners. - Ragihandina agirbestê li Rojhilata Navîn xuya dike ku dê êşa ajokaran li benzînxaneyan kêm bike, ji ber ku Îran razî bûye ku rê bide keştîyan ku di Tengava Hurmuz re derbas bibin. Lê her çende ku agirbest bidome jî, dibe ku kêmkirina bihayê pêtrolê demê bigire, û aloziya li bazarên cîhanî dikare bandorek demdirêj hebe. Hukûmet dîsa banga aramiyê dike, û dibêje ku dabînkirina sotemeniyê heta Gulanê ewle ye, ji ber ku ew têde dixebite ku dabînkirina ji hevkarên navneteweyî xurt bike.
-
815
Nûçeyên roja Çarşemê 08/04/2026
Di vê bûletene de: Donald Trump dibêje wî dema li ser Îranê danîbû bi du hefteyan dirêj kiriye... Serokwezîr peymana agirbestê ya di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de pêşwazî kir... Ben Roberts-Smith piştî ku bi sûcên şer hate tawanbarkirin ji bo demeke kurt beşdarî dadgehê dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
814
Nûçeyên roja Sêşemê 07/04/2026
Di vê bûletene de: Australya rexneyên Donald Trump ji bo nebeşdariya leşkerî li Îranê red dike... Îranê bersiv da gefên Donald Trump ku êrîşî pir û santralên elektrîkê bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
813
Nûçeyên roja Înî 03 04 2026
Di vê bûletenê de: Endamên Encûmena Ewlehiyê ya NY dê li ser bikaranîna hêzê ji bo vekirina Tengava Hormuzê deng bidin... Hukûmeta Australya hişyarî dide hamwelatiyên ku neçin Iraqê, ew nûçe û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
812
Kurdish community lights up Sydney’s Hyde Park for Newroz celebrations - Civaka Kurd ji bo pîrozbahiya Newrozê Hyde Parka Sydney ron dike
The Kurdish community in Sydney celebrated Newroz with a vibrant cultural gathering in Hyde Park on March 29. The event, organised by Sydney-based community groups, brought families and guests together to celebrate the arrival of this important event in the Kurdish calander. Traditional music, dancing and colourful Kurdish clothes adorned the park. The Hyde Park event highlighted the importance of cultural preservation within the Kurdish diaspora, with Kurds from all parts of Kurdistan taking part. SBS Kurdish spoke with attendees about what this important event meant to them and how it brought the community together. - Civaka Kurd li Sydneyê di 29ê Adarê de li Hyde Park bi kombûneke çandî ya geş, Cejna Newrozê pîroz kir. Çalakiya ku ji aliyê komên civakî yên li Sydney ve hate amadekirin, malbat û mêvan anîn cem hev da ku hatina vê Cejina girîng pîroz bikin. Ahengên muzîka kevneşopî, dîlan û cilên rengîn park xemilandin. Ahenga Hyde Park girîngiya parastina çandî di nav dîasporaya Kurd de destnîşan kir, Kurdên ji hemû beşên Kurdistanê têde beşdar bûn. SBS Kurdî bi hejmareke ji beşran re axifî.
-
811
Nuçeyên roja Pêncşemê 02 04 2026
Di vê bûletene de: Serokwezîr Albanese dibêje şerê li Rojhilata Navîn dê reformên aborî yên azwer dereng nexe... Serokê Amerîka Trump radigihîne ku armancên stratejîk ên sereke yên operasyona Amerîka li Îranê nêzîkî temambûnê ne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
810
Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî xatirê xwe ji cîhanê xwest
Di 10ê Adarê de helbestvanê navdar, Ehmed Huseynî jiyan ji dest da. Ehmed Huseynî ji ber nexweşîna penceşêrê li bajarê Stockholm li Swêdê xatirê xwe ji vê cîhanê xwest. Cenazeyê wî birin Amedê û li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de hevrêyên Huseynî, nivîsîkar, helbestvan, rojnamevan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî amade bûn. Peyamnêra SBS Kurdî Hatice Kamer ji me behsa merasîmê dike.
-
809
Êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Herêma Kurdistanê berdewamin
Îranê di nav aloziyên herêmî yên zêdebûyî de bi mûşek û balafirên bêpîlot êrîşî Herêma Kurdistanê dike, ku deverên li Hewlêr, Silêmaniyê û Duhokê kirine armanc. Êrîşan li ser navendên leşkerî, binesaziyê û bi taybetî jî li ser mala serokê Herêma Kurdistanê xistine, û bûne sedema qurbanî û zirarên li deverên sivîl. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
-
808
Keep calm and carry on: PM delivers address to the nation - Aram bin û berdewam bikin: SW axaftinek pêşkêşî neteweyê kir
Prime Minister Anthony Albanese has delivered his first National Address since being elected in 2022, calling for Australians to remain calm amid the ongoing fuel crisis. He also warns that the economic shocks as a result of the war in the Middle East could last for months. - Serokwezîr Anthony Albanese, piştî ku di sala 2022 de hat hilbijartin, yekem axaftina xwe ya neteweyî pêşkêş kir û bang li Australiyan kir ku di krîza sotemeniyê wate petrolê ya berdewam de aram bimînin. Her weha hişyarî da ku şokên aborî yên ji ber şerê li Rojhilata Navîn dikarin bi mehan bidomin.
-
807
Nûçeyên roja Çarşemê 01/04/2026
Di vê bûletene de: Serokwezîr dê îşev bi axaftinekê li gel neteweyê li ser nakokiya Rojhilata Navîn biaxive ... Daxwaz ji Australya tê kirin ku zêdekirina hilberînê bi naskirina sinetkarên koçber baştir bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
806
Nûçeyên roja Înî 27 03 2026
Di vê bûletenê de: Australya peymanên nû yên dabînkirina sotemeniyê misoger dike ji ber ku kêmasî li seranserê welêt têne heskirin... Australya tevgerên xwe li Rojhilata Navîn diparêze, piştî ku Donald Trump got, hewldana Australya "ne pir baş e"... Û di pêşbirka otombêlan de, ajokarên McLaren dixwazin di Grand Prix-a Japonê ya dawiya vê hefteyê de vegerin forma xwe. Ew nûçe û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
805
Warnings about possible unintended consequences of Iran visitor ban - Hişyarî li ser encamên nexwestî yên qedexeya mêvanên Îranî
Iranians holding visitor visas will be banned from entering Australia for six months starting from Thursday, March 26. The federal government has paved the way for the restriction by passing a new law that allows the government to impose temporary restrictions on the arrival of certain categories of temporary visa holders in Australia, especially if they are from war-torn countries. Migration law experts warn the ban could set a precedent for conflicts in the future, including when a potential war between China and Taiwan breaks out. - Îraniyên ku vîzeyên mêvaniyê hene, ji roja Pêncşemê 26ê Adarê û pê ve ji bo şeş mehan ji têketina Australya werin qedexekirin. Hukûmeta federal bi derxistina qanûneke nû rê li ber vê qedexeyê vekiriye ku destûrê dide hukûmetê ku sînorkirinên demkî li ser hatina hin kategoriyên xwediyên vîzeyên demkî yên Australya ferz bike, bi taybetî heke ew ji welatên şer lê hene hatine. Pisporên qanûna koçberiyê hişyar dikin ku ev qedexe dikare ji bo nakokiyên siberojê, di nav de dema ku şerekî potansiyel di navbera Çîn û Taywanê de derkeve bibe mînakek.
-
804
Kurd li Amedê bi dirûşmên azadî û aştiyê Cejna Newrozê pîroz kirin
Li bajar û navçeyên Kurdan, Newroz îsal li 53 cîhan bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Li Amedê digel baran û sermayê, bi deh hezaran kes ji bo pîrozkirina Sersala Kurdî li hev civiyan, bi agirê Newrozê, muzîk û gotaran rûdan pîroz kirin.
-
803
Nuçeyên roja Pêncşemê 26 03 2026
Di vê bûletene de: Meta dê li dijî biryara dadgehê îtîraz bike ku wê platforma xwe bi zanebûn ji bo kişandina bikarhênerên ciwan sêwirandiye... Australya û Almanya têkiliyên ewlehiyê yên xurtkirî radigihînin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
802
"Ala Kurdistanê nîşana neteweya Kurd e"
Newroz demeke taybet û girîng e ji bo civaka Kurd li ku derê dibe bila bibe. Di Newroza 2026 de, Kurdên ji her beşê Kurdistanê û ji her temenî kom dibin, da ku nasnameya xwe ya çandî û dîrokî bi xurtî nîşan bidin. Newroz ne tenê rojeke cejnê ye, lê her weha sembola azadî û nûhbûna jiyanê ye. Di bin yek sîwan, yek al û bi yek deng, bi rêz û hurmet li kevneşopiyên xwe xwedî derkevin û beşdare vê çalakiyê bibin. Em derbarê pîrozbahiyên Newozê ye ku di 29 Adarê de li Hyde Park cî bigire bi berêz Serbest Fatah re diaxifin.
-
801
Nûçeyên roja Çarşemê 25/03/2026
Di vê bûletene de: Pêşnûme qanûn dê cezayên dijwartir ji bo bihayên zêde yên sotemeniyê li Australya bidin destpêkirin... Piştî ku Îsraîl dibêje ew plan dike ku başûrê Lubnanê dagir bike, Neteweyên Yekbûyî daxwaza kêmkirina aloziyê dike... Û di futbolê de, lîstikvanê navneteweyî yê Misrê Mihemed Salah ragihand ku ew dê Liverpool li cih bihêle. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
800
Êrîşa Îranê li sînorê Soran 6 Pêşmerge kuştin, 30 jî birîndar kir
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di du êrîşên cuda de li ser hêzên Pêşmerge li sînorê Soran li parêzgeha Hewlêrê, şeş pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 30 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Wezareta Pêşmerge diyar kir ku êrîş bi şeş mûşekên balîstî yên Îranê hatine encamdan. Ev êrîş bû sedema nerazîbûn û bertekên berfireh li ser asta Herêma Kurdistanê û cîhanê.
No matches for "" in this podcast's transcripts.
No topics indexed yet for this podcast.
Loading reviews...
ABOUT THIS SHOW
Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
HOSTED BY
SBS
Loading similar podcasts...