#113. E-maila Guhdar L. û Stîla Nivîsan episode artwork

EPISODE · Nov 15, 2023 · 3 MIN

#113. E-maila Guhdar L. û Stîla Nivîsan

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

Guhdar L. 14ê meha 11an ya 2023yan bi e-mailê mektûba xwe ya duduyan şand. Di mektûbê de wanî nivîsîbû: Silav! Ez L :) Min podcasta te gohdar kir. Wexta nivîsa xwe bi dengê te gohdar kirim xoşa min çû. Ji bo peyvên te bi dilê germ zor spas dikim. Min merak kir eceb min kê/kî aniye bîra te:) Ez dixwazim carcaran dilê xwe vala bikim bi vî şiklî gelo ji bo te dibe pirsgirêk? Vê gavê li xwe baş binêre Ömer Faruk Baran. 15ê meha 11an ya 2023yan, piştî şeveka bêxew dîsa, min berbanga sibê min cewab nivîsî. Guhdar L., Li mektebê sala me ya çaran bû herhal. Rokê keçikeka çeleng di çenteyê xwe de mektûbek dîbû, ew xwendibû û bi girî û gazinc biribû dabû mielim. Jiber girî û gazinca keçikê, mielim bi hêrs û hidetekê ji sinifê pirsîbû ka kê mektûb yazi kiriye, lê deng ji kesî derneketibû. Mielim dûra ji sinifê çend defterên wan kurikên şubhe li ser top kiribûn û gotibû ku ewê here wan defteran bibe odeya midûr, biavêje bilgisayarê û ewê "bilgisayar" tavilê ji stîla nivîsan tê derxe ku kê mektûb nivîsîye. Em pir tirsîyabûn, ruh ji me kişiyabû, "bilgisayar"ên ku wan çaxan li Sirûcê tek-tûk hebûn, li mekteban jî bi tenê li odeyên midûran bûn. Nola laptop û komputerên niha ne pir bûn ''bilgisayar'' û ew mîna cin û cinawiran dihatin bi me. Ez ne ji wan kurikên şubhe li ser bûm, lê ez jî tirsîyabûm ji wê teknolojîyê. Neyse, welhasil mielim di destan de çend defter ji sinifê derketibû û piştî çend deqeyan vegerîyabû hatibû, gotibû ku bilgisayarê xwedîyê mektûb tesbît kiriye û patûkut li kurikekî karîzmatîk xistibû û ew şandibû mal ku here bi bavê xwe re were mektebê. Elbet dûra me fehm kiribû ku mielim bi blofa ''bilgisayar''ê atmosfera tirsê çêkiribû bi tenê, û ku şaş bû jî ku rast bû jî wî nivîsa di mektûbê de û yên di defteran dabûn ber hevdu û bi çavên xwe tesbît kiribû ku kê nivîsîye. Qey ji wê çaxê, ji wê tirsê vir ve bala min jî li ser stîla nivîsan e. Lazim bû, jibo nivîsa min nê naskirin min jî stîla nivîsa xwe guherandibû carekê du caran. Tê zanîn şairên demên îstibdatan, şiîrên xwe yên dijî zordestîya hikûmdaran seba nê zanîn ku wan nivîsîne, qelem xistine destên xwe yên din bi wî destî nivîsîne. Şairek mesela bi destê rastê dinivîse tim, rabûye bi destê çepê nivîsîye ku nivîs nê naskirin. Bi van malumatan Guhdar L., normal e ku ez jî bi şubhe li mektûba te binêrim, normal e ku bi şubheyan bi hezaran tişt werin aqilê min. Lê li şubheyan menêre tu, dilê te çi wext xwest tu kanî binivîsî. Qeza, bela, nexweşî ne têde ez ekserî di 24 saetan de li e-mailan, li mektûban vedigerim. Barek silavên nivîs têde. Ömer Faruk Baran - [email protected]

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Nov 15, 2023

Embed this episode

Ready to play

#113. E-maila Guhdar L. û Stîla Nivîsan

0:00 3:43

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 3 minutes long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on November 15, 2023.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!