#117. Dinyayeka Din û Un Autre Monde episode artwork

EPISODE · Nov 17, 2023 · 1 MIN

#117. Dinyayeka Din û Un Autre Monde

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

Un Autre Monde ya Fransî, ku bi Kurmancî mehneya wê Dinyayeka Din e, fîlmeka ser kapîtalîzm û bêmerhmetîya wê ye. 

Fîlm, kapîtalizm însanan çito diguvişîne, wan çito ji nas û dostên wan dûr dixîne, ji plazayan bi dîyalogên dirêj raber dike. 

Jiber wan dîyalogên dirêj min hinekî bi zorê fîlm heta talîyê sêr kir. Tam min dikira fîlm berda ku min ji xwe re go zati qesta fîlmê jî raberkirina van dîyalogan e. 

 Her şîrketek nola dewletekê ye, nola dewletê sîstema her şîrktekê heye û nola ya dewletê hinek seba domdarîya şîrketê xwe feda dikin, didin kuştin. 

Ewên li daîreyên dewletê dixebitin çito ku ne serbest in, ewên li şîrketan dişixulin jî ne bi serê xwe ne, ne bi kêfa dilê xwe ne, ti rihetî ji wan re tuneye. 

 Car caran difikirim li ser xwe: Dibînim ku ez jî di sîstemekê de me. Zûbizû nikanim bêjim dilê min nexwest, halê min tune ez bişixulim, kole û xizmetçîyê sîstemekê me, direvim, dibezim, manîk hinekî, hinekî panîk. 

 Bavûkalên min ne di sîstemê de bûn. Diçandin, diçinîn, dibirin, dianîn, ku kar bû jî ku zirar bû jî ya wan bû heyat. Jibo xwe li heyatê bûn heta mirinîya wan dihat. 

 Serbestbûn hiseka muhteşem e. Tî bimînim jî birçî bimînim jî dixwazim rokê îşekî di bin hikmê xwe de bikim. Îşekî wer ku tek patron ez û tek îşçi jî ez. 

 MUBIyê ser fîlma nav Dinyayeka Din e gotiye raber kiriye ku kapîtalîzmê çito muhebeta însanan tarûmar kiriye, werga ye, herkes jibo hinek zengîn bibin hevdu tarûmar dike. Ömer Faruk Baran [email protected]

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Nov 17, 2023

Embed this episode

Ready to play

#117. Dinyayeka Din û Un Autre Monde

0:00 1:58

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 1 minute long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on November 17, 2023.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!