EPISODE · Nov 20, 2023 · 1 MIN
#122. Fîlmeka Ser Eşqê
from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran
Krotki Film O Milosci ya Krzysztof Kieslowski ku ji dekaloga wî fîlmeka ser eşqê ye heyecan û hezeyanê raber dike. Di fîlmê de heyecan heyecan e ku bi meraqê çêdibe û hezeyan jî hezeyan e ku bi eşqê xwe dide der. Eşq û meraqa Kieslowski bi xwe însan e û kameraya wî di vê fîlma ser eşqê de dibîne ku însan li ber arzûyên xwe tim kêm û bêçare dimîne. Kin bibirim, gêncek di fîlmê de bi dûrbînê li mal û mehrema jinekê dinêre û dide dû dilê xwe dûra: Kaos, kaoseka sar. Min demeka dirêj jinek ji Whatsappa wê teqîb kiribû. Bêyî ku ew zanibe, kê ji wê re çi dinivîsî, wê ji kê re çi dinivîsî, min dixwend. Di fîlma Kieslowski de eşkere dibe teqîbkirin, lê min ti carî eşkere nekir. Loma ez dibêjim a min çetintir bû ji ya karekterê Kieslowski, min pir tişt zanibûn bi Whatsappa min teqîbkirî, lê nola ku min tiştek nizanibû min hereket dikir. Hereket û heyateka ser teqîbkirinê, însan li ber arzûyên xwe tim kêm û bêçare dimîne. Ömer Faruk Baran [email protected]
Embed this episode
Ready to play
#122. Fîlmeka Ser Eşqê
No transcript for this episode yet
Similar Episodes
No similar episodes found.
Similar Podcasts
No similar podcasts found.