#125. E-maila Guhdar L. û Kaos episode artwork

EPISODE · Nov 22, 2023 · 1 MIN

#125. E-maila Guhdar L. û Kaos

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

22yê meha 11an ya 2023yan Guhdar L. e-maileka xatirxwestinê şand. 

Di e-mailê de Guhdar L. gotiye ku xîtaba min, Guhdar L. yanî bi wê hinekî giran hatiye. 

Gorey gotina Guhdar L. em ji xwe re şexsîyetan çêdikin, em dûre bi wan xwe wenda nekin û bi rol û maskeyên nû her tişt li nêv hev dikeve û kaos çêdibe. 

Guhdar L. gotiye ku hesabê ew pê e-mailan dişîne sexte ye û gotiye loma jî ew jiber vê kaosê diweste û diweste. 

Di dawîya e-mailê de Guhdar L. gotiye ku ew nenivîse jî ewê dîsa li Perxudres Podcastê guhdarî bike. 

Eynî royê, 22yê meha 11an ya 2023yan min jî cewab nivîsî.

Guhdar L., 

Tu kî yî, çi yî, çi kes î, te ji kîjan bajarî ji kîjan welatî nivîsîye ez tew nizanim, ewqas jî ne muhîm e, te nivîsî û ez jî bi cewaban li te vegerîyam. 

Gava e-mail û mektûb tên û ez cewabê bi podcastê didim, seba eşkere nebe ku ez behsa kê dikim, ez bi şîfreyê, bi navekî kod, bi kinkirina navan xîtabekê çêdikim. Kê mektûb, e-mail şandibe ew ji şîfreyan fehm dike ku ez behsa wî yan wê dikim. 

Ez kanim rasterast navan bidim, lê ez naxwazim jibo guhdarên e-mail û mektûban dişînin tirs û talûke çêbin. Jiber hurmeta jibo guhdaran ez wanî dikim. 

A te jî jiber navê di e-mailê de min kin kir û got L., Guhdar L. Ti nîyeteka min ya xerab tunebû û elbet min nexwest ez te bibim ber rewşeka zor. 

Tu bi e-mailên xwe ser seran hatî û xatirxwestina te jî ser çavan, tu guhdar î, ku Perxudres Podcast hebe çi xemdar î. 

Barek silav û hurmet.

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Nov 22, 2023

Embed this episode

Ready to play

#125. E-maila Guhdar L. û Kaos

0:00 1:53

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 1 minute long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on November 22, 2023.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!