EPISODE · Nov 26, 2023 · 1 MIN
#131. Bikujin Yarên Xwe
from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran
Kill Your Darlings, ku mehneya wê Bikujin Yarên Xwe ye, bi navê xwe bala min kişand. Fîlma 2013an, ji 1944an behsa Allen Ginsberg û derdora edebîyatê ya Unîversîteya Columbia dike. Allen Ginsberg û hevalên wî bi şor û şiîrên xwe salên 1950 û 1960î bûne rêberên Beatnîkan. Beatnîk piştî du herbên mezin yên dinê li mehneya heyatê gerîyane ku tecrûbeyên bi eşq û evîn û eroînê ti carî têra wan nekirine. Yasax ne xema Beatnîkan bûne û wan bi eserên xwe hikûmet, kapîtalîzm, tabû û statuko rakirine û li erdê xistine, hûrhûrî kirine ew, herifandine, hilweşandine. Sedsala 21ê li dinê her derê rejîm totalîtertir bûn û pê re edebîyatan, entelektuelan ew ruhê serîrakirinê terk kirin sankî. Me jî, me digot qey wê edebîyat û entelektualîteya sedsala 21ê bi sosyal medyayê azadîy û serbestîyê bîne lê em wer ketin rewşekê ku sal donzdeh mehan, ro bîst û çar saetan em girtî ne. Zati rejîmên totalîter ji sosyal medyayê pir hez dikin. Hêrs û hideta ku li sosyal medyayê dikeve natirsîne rejîmên totalîter. Ku li rejîman çi diqewime jî milet bi hevdu dikeve li ser sosyal medyayê, milet hevdu şikayet dike, û rejîm tavilê radibe milet jiber fikrên dijî dûzena wê, digire. Dûzena dinê neguherandin belkî Beatnîkan, lê qe nebe dûrî dûzenê serbest bûn li vê heyatê, serbest gotin û serbest gerîyan. Em, însanên sedsala 21ê em ne kanin fikrên xwe serbest bêjin em ne kanin hisên xwe. Ew Beatnîkên sedsala 20an bûn, em tirsonek-etnîkên sedsala 21ê. Ömer Faruk Baran [email protected]
Embed this episode
Ready to play
#131. Bikujin Yarên Xwe
No transcript for this episode yet
Similar Episodes
No similar episodes found.
Similar Podcasts
No similar podcasts found.