#155. Nivîsîna Nûrsî û Xwendina Seîdî  episode artwork

EPISODE · Aug 15, 2024 · 2 MIN

#155. Nivîsîna Nûrsî û Xwendina Seîdî

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

Tarîxçe-î Heyat ya Bedîuzzeman Seîd Nursî dibêje dema ew li Isparta dima jin, mêr, gênc, kal û pîr bi hezaran telebeyên wî yên ji wan hêlan rîsaleyên wî yên nûr bi yaziyên destan neşr dikirin.Gorey wê tarîxçeyê wan çaxan hinek telebeyên wer wisa hebûne ku 7-8 salan ji malên xwe dernediketine û bi ro û şev Rîsale-î Nûr dinivîsîne.Tê gotin ku wan salan bi sed hezaran nusxeyên Rîsale-î Nûr bi xetên Erebî hatine nivîsîn û hatine belakirin. Sîyasetvan Süleyman Demirel mesela, ku ew jî ji hêla Isparta ye û li dewleta sek-sekuler ya Tirkîyê heft caran bûye serokwezîr, di roportajekê de behsa wan rîsaleyan dike.Demirel ser rîsaleyan dibêje ‘’Salên 1930î ez zarok bûm, min ew cara siftih wê çaxê bihîstin’’ û dibêje ‘’Li gundê me İslamköyê belkî li 15-20 malan Rîsale-î Nûr dihatin nivîsîn, dihatin neşr kirin.’’ Serê salên 2000î geh li Sirûcê geh li Riha şevên Înê seba ez gunehan ji xwe daweşînim û bi fikr û fiîlên pak li heyatê vegerim, di ziqaqên teng û tarî re car caran diçûm malên Nûrcîyan û min li wan malan ji wan ne ewên dinivîsinin, lê ewên dixwînin nas dikirin. Hebûn hinek; hebûn hinek bi mehan bi salan tew ji mal derneketibûn û wer Rîsaleyî Nûr xwendibûn. Bi min pir ecêb dihatin.Hîn jî bi min pir ecêb tên; ewên tim bi tenê Rîsale-î Nûr nivîsîne, ewên tim bi tenê Rîsale-î Nûr xwendine, pir ecêb.Nivîskar Orhan Pamuk ku di epîgrafeka Kara Kitapê de ji İbni Zerhani neqil kiriye: Ti tişt nola heyatê ne ecêb e, xêncî nivîsê.BÎBLÎYOGRAFYA Kovara Nûbihar, Hejmara 167yan, Pak Ajans - 2024 Orhan Pamuk, Kara Kitap, İletişim Yayınları - 1997Risale-i Nur Müellifi Bediüzzaman Said Nursi Tarihçe-i Hayatı, Şahdamar Yayınları - 2013 Murat Arslan, Süleyman Demirel, İletişim Yayınları - 2019 Bi yaziya destan Rîsale-î NûrLi ortê Süleyman Demirel, bi dê û bavê xwe re. ✍️ Di vê xelekê de bi navê Seîdê Nûrsî meseleya xwendin û nivîsînê heye. 📸 Fotografa li qapaxê: Sala 1958an li Afyonê hatiye kişandin. Î fotograf kişandî gorey gotina Kemal Ural, Tuncer Nurî Yükselê 16 salî kişandiye. Ural dibêje Seîd Nursî piştî çend fotografan dibîne ku fotografên wî têne kişandin û destê xwe radike, ''di-bes!-îne.'' Eger tu meseleyên ser fotografan hez dikî meseleyeka din heye: Ji vê lînkê tu dikarî Ji Apî Selamî Heta Hawarê Hawarê guhdarî bikî. ✉️ Ji ⁠https://perxudrespodcast.substack.com⁠ tu dikarî e-maila xwe binivîsî û bibî aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê her Pêncşem di saet 5:50 pm de nivîs û dengê podcasta nû were ser e-maila te. 👁️ Bê YouTube nabe elbet. Temamê podcastên li vir li ser Youtube jî hene. ⁠https://www.youtube.com/perxudres⁠ Substack:https://open.substack.com/pub/perxudrespodcast/p/nivisina-nursi-u-xwendina-seidi?r=4iwpnx&utm_campaign=post&utm_medium=web Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/ Youtube:https://youtu.be/uY_jhA6mi4s Spotify:https://open.spotify.com/episode/4QuM4tos8ceFVJ3pjDBeR7?si=6bddebe4e8f143d9

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Aug 15, 2024

Embed this episode

Ready to play

#155. Nivîsîna Nûrsî û Xwendina Seîdî

0:00 2:19

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 2 minutes long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on August 15, 2024.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!