#166. Destpêka Deftera Zazakî û Zazano  episode artwork

EPISODE · Oct 17, 2024 · 3 MIN

#166. Destpêka Deftera Zazakî û Zazano

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

Di vê xelekê de Kurmancekî Zazakînezan dest bi deftereka Zazakî dike. Muzîka vê xelekê ya Rençber Ezîz e. Fotografeka vê xelekê ji Riverside hatiye girtin. Zazakî, ew zimanê ku gorey gelek kesan li ber sikratê ye bi salan e meraqeka min ya mezin e, lê wer nebû qismet, fersend bi dest min neket ku ez xwe bidim ber û wê rind bielimim. Çend caran min nîyet kir jî, min xwe li xwendin û nivîsîna bi Zazakî ceriband, bes îş-mîşên din tim kirin ku ez wî zimanê ku bi bîhistinê bi min pir xweş tê bihêlim war û wexteka din di heyata xwe de. Payîza 2024an, min got heta ez bi xwe bi destê xwe zemên û zemînê çênekim, Zazakî berê xwe nade zimanê min, nê. Loma min got, nola Zazayekî rûdine xwe dide ber Kurmancî û dielime, ez jî rûnim xwe bidim ber, bala xwe bidim ser, Zazakî bielimim û êdî hesreta vî zimanî ji zikê xwe derxim. Zemanê ku ez li Sirûcê mezin bûm, xêncî daîreyên dewleta bi Tirkî ziqaq-bazar, mal-mehele her der tam bi Kurmancî bû; ti kesî Zaza, ti dengekî bi Zazakî tunebû bi qasî min didî û dibihîst.  Lê ji çi ye nizanim, nikanim teyît û tesdîq bikim, bi min wer tê, bi min wer tê ku îz û şopên Zazayan mane di Kurmancîya me ya Sirûcî de. Çito ku ez îro her çiqas bi erf û edet û toreyên xwe Misilmanekî Henefî me lê di rabûn û rûniştina xwe de îzên Êzîdî û Elewîyan dibînim, di Kurmancîya xwe de jî bi wî şeklî tesîra Zazakî dibînim, ku nabînim jî hîs dikim. Seba xatirê dîtina detayên wan îz û şopan ez dikim jibo Zazakî deftereka nû vekim. Di vê defterê de, Kurmancekî nola min î Zazakînezan di elimîna wî zimanî de çi dibîne çi nabîne, ji çi hez dike ji çi hez nake, li kê rast tê, çi dixwîne çi naxwîne ez dikim her tiştî qeyd bikim û vê prosesê bi rêka Perxudres Podcastê ragihînim. Nasekinim, dereng naxînim, dirêj û pahn nakim û destpê dikim: Min nav Zazano applîkasyonek danî telefona xwe. Zazano, bi Zazakî - Tirkî ferhengeka dijîtal e. Ferheng bi kelîmeyên Grûba Xebatê ya Vateyê hatiye hazirkirin.Kordînatorê Zazano Mutlu Can di roportajekê de dibêje wan aplîkasyon bi sponsorîya Orhan Kayayê ji Xozatê çêkiriye. Sezgin Fırat edîtorî kiriye bo applîkasyonê û Mesut Bilir jî mihendîsî. Gorey gotina Mutlu Can, wan seba şixulandina ferhengê li ser navê Grûba Xebatê ya Vateyê ji Malmîsanij îzin sitandiye. Zazano, ku kar û kedeka kolektîf e, jibo Zazakî fayde û fonksîyonên xwe fireh bike, zehf zêde bike bê pere ye.Min di applîkasyonê de ji Testê Çekuyan hez kir. Testê Çekuyan, yanî Testa Kelîmeyan. Di Testê Çekuyan de bi Tirkî û Zazakî kelîme derdikevin û mehneyên wan têne pirsîn. Ferhenga dîjîtal bi vî şeklî ken û kêfêkê çêdike. Bi xêra vê testê ez elimîm ku bi Zazakî ji ‘‘dedikoducu’’ya bi Tirkî re dibêjin ‘‘qelqele’’, ‘‘qelqele’’, ewên xeybetê dikin yanî. Dîsa bi xêra applîkasyonê ez ‘‘fekfuzulî’’yê jî elimîm, ‘‘fekfuzulî’’, ji geweze û çenebazan re tê gotin. De ez jî fuzulî şorê nekim û deftera xwe ya Zazakî li vir bigirim, heta ez wê royeka din dîsa bi hez û heyecan vedikim, bi xatirê min, bi xatirê we Kurmancno û Zazano.BÎBLÎYOGRAFYAZazano, 2024Applîkasyonê ferhengê Zazakî “ZAZANO” amade yo, zazakîNEWS, 2024 Defter û qelemeka Perxudres Podcastê, 2024.Logoya ZazanoFoto: Riverside Substack:https://open.substack.com/pub/perxudrespodcast/p/destpeka-deftera-zazaki-u-zazano?r=4iwpnx&utm_campaign=post&utm_medium=web Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/ Youtube:https://youtu.be/0XRbUe1Iry8 Spotify:https://open.spotify.com/episode/59RHNSnZFn5JUhz0FytHuP?si=c18226caed504a2d

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Oct 17, 2024

Embed this episode

Ready to play

#166. Destpêka Deftera Zazakî û Zazano

0:00 3:50

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 3 minutes long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on October 17, 2024.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!