EPISODE · Oct 24, 2024 · 1 MIN
#168. İsmail Safa Çi Kes Bû, Bû Çi Kes?
from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran
Di vê xelekê de ser wî İsmail Safayê çend gotin hene ku tê gotin bi sermaya Sêwasê miriye. Şair İsmail Safa, ku di edebiyata Tirkî de bi hez û hewesa xwe ya li ser qafîyeyan tê naskirin, di şiîreka xwe de bi gotinên mehnedar behsa Ereb, Laz û Kurdan dike.Di şiîrê de, ji Tirkî ber bi Kurdî ve, bi tercûmeyeka me ya hema çitolêhato wanî dibêje İsmail Safa: Ereb û Kurd ne Laz bûnmirîşk ciliq ne qaz bûnbeq nikane mange be li dêve nê qezazbûn Ew şairê bi eslê xwe ji hêla Qeredenizê ye sala 1901ê li Sêwasê li sirgûnîyê canê xwe ji dest daye. Tê gotin ku paşayê Osmanliyê yê wê çaxê ew jiber danûstandina wî ya bi Îngilizan re şandiye sirgûnîyê.Tarîxçîyên edebiyatê dibêjin sermaya Sêwasê bi İsmail Safa pir sert hatiye û ew bi wê sar û seqemê hîn di 33 salîya xwe de miriye.Bes rêberê şiîra Tirkî Tevfik Fikret di şiîreka xwe de îdia dike ku sebeba mirina İsmail Safa qafîye ye. Tevfik Fikret di şiîrê de ser İsmail Safa dibêje: berê Laz bû ew paşê bû Kurdbi nexweşîya qafîye mird Bi qasî ku tê xanê Tevfik Fikret bi mîzahşorîya xwe gotiye İsmail Safa bi nexweşîya qafîyeyan miriye, bes wî seba çi ser şairê mirî gotiye paşê bûye Kurd, me pirsî, me pirsî ji kovar û kitaban, lê me cewaba vê pirsê nedî. Omer Faruk Baran BÎBLÎYOGRAFYA 100 Ünlü Türk - Tevfik Fikret, Hürriyet Gazetesi, 1980İbnülemin Mahmud Kemal İnal, Son Asır Türk Şairleri, Milli Eğitim Basımevi - 1969Tevfik Fikret, TDV - İslam Ansiklopedisi, 2024İsmail Safa, Wikimedia, 2024 İsmail Safa. Foto: WikimediaTevfik Fikret. Foto: TDV - İslam Ansiklopedisi Substack:https://open.substack.com/pub/perxudrespodcast/p/ismail-safa-seba-ci-bu-kurd?r=4iwpnx&utm_campaign=post&utm_medium=web Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/ Youtube:https://youtu.be/a_hQpK0uNNc Spotify:https://open.spotify.com/episode/1GeoxQdTcHEyQQ5JkZU4EL?si=dc22ea73dbb746da
Embed this episode
Ready to play
#168. İsmail Safa Çi Kes Bû, Bû Çi Kes?
No transcript for this episode yet
Similar Episodes
No similar episodes found.
Similar Podcasts
No similar podcasts found.