#169. Aştî, Barış û Sulha Mala Şenyaşaran û Mala Yıldızan episode artwork

EPISODE · Oct 27, 2024 · 0 MIN

#169. Aştî, Barış û Sulha Mala Şenyaşaran û Mala Yıldızan

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

Di vê xelekê de bi sê zimanan lihevhatina du malên xwînî heye. Jibo temamê nivîsê tu dikarî vê lînkê bitikînî. Foto: Ji çepê ber bi rastê ve İbrahim Halil Yıldız, Cevdet Yılmaz û Ferit Şenyaşar li Quranê guhdarî dikin. Riha - 2024. Eger tu dixwazî bultena Perxudres Podcastê were ser e-maila te ji https://perxudrespodcast.substack.com tu dikarî bibî abone. Bulten belaş e. Hemî xelekên vê podcastê li ser Youtute jî hene. https://www.youtube.com/perxudres Ser şor, şîret û teklîfên din tu her tim dikarî ji edîtorê podcastê re binivîsî. [email protected] Perxudres Podcast jiber hinek prensîban li ser sosyal medyayê tuneye. Mala Şenyaşaran û Mala Yıldızan ku Hezîrana 2018an li Sirûcê jiber minaqeşeyeka sîyasî ya dema hilbijartinê ji hevdu kuştibûn û bûbûn xwînîyên hevdu 27ê meha 10an ya 2024an li Milet Park ya Eyubîye ya Riha bi merasîmeka walîyê bajêr Hasan Şıldak li hev hatin.Polîsên ne îşê îşan pir bo merasîmê tedbîrên tam-teşekul sitandibûn ku nas-nenas medyakar gî seba bi silametî derbazî cîhê lihevhatinê bibin di mesafe û mideteka kin de çenteyên xwe yên bi kamera û mîkrofon bo polîsan sê caran vekirin, raber kirin û girtin. Merasîma ku hatibû ragihandin ku wê piştî nîvro di saet duduyan de destpê bike hema bêje di saet sisêyan de destpê kir. Li hêla çepê jibo Mala Şenyaşaran 50 kursî û li hêla rastê jibo Mala Yıldızan jî 50 kursî hatibûn danîn. Xwedîyên çend kursîyên li hêla Mala Şenyaşaran nehatibûn. Kursîyên li hêla Mala Yıldızan hema bêje gî tije bûn.Mele û seyda li hêla jêr, protokola resmî li hêla jor, dîn û dewlet bi hevre bi gotineka din, berî merasîm destpê bike, kê ji medyayê re fikra xwe ya ser lihevhatina herdu malan got ya bi Erebî ya bi Kurdî û ya jî bi Tirkî bi eynî mehneyê kelîmeyek avêt nêv gotinên xwe: Bi Erebî sulh, bi Kurdî aştî û bi Tirkî barış. Rêber û rayedarên dewletê, sîyasetvanên AK Partî û DEM Partîyê hazirûn bûn li merasîmê. Di temsîlê de ji hêla Mala Şenyaşaran Ferit Şenyaşar û ji hêla Mala Yıldızan İbrahim Halil Yıldız dest dan hevdu. Dîplomatê dewletê Cevdet Yılmaz û rûsipîyê sîyasetê Ahmet Türk, mehnedar, mealen gotin xwîn bi xwîn nayê şûştin û dawîya dawî aşt dibe însan, aştî çêdibe. Herhal ji atmosfera huznî bû, li salona merasîmê kesî jibo ti kesî çepik lênexist.Dîsa ji huzna zêde bû herhal, Emine Şenyaşar ya ku bi protestoyên xwe yên sîvîl yên li pêş qapi-derîyên mehkemeyan hatibû naskirin li merasîmê tunebû. Zati wê roya mewlûda bo mêrê wê û du kurên wê gotibû ku her çiqas bi protestoyên wê kurê wê yê di hepsê de piştî 6 salan hatiye berdan jî zikê wê ser ewladên wê yên din yên hatine kuştin pir dişewite û ewê nere merasîmê.Aştî çêbû, li hev hatin her du hêl, lê wer tê xanê ku ji xwedîyên Esved Şenyaşar, Celal Şenyaşar, Adil Şenyar û Mehmet Şah Yıldız re kefenên wan hîn jî şil in, nola ku ew hîn nû hatine kuştin. Bes bira kefenê kuştinê şil be, bira ew were kuştin ku ser sîyasetê careka din kuştineka din nebe, careka din kes nebêje li ber çi, li ser çi, jiber çi..Omer Faruk Baran Substack:https://open.substack.com/pub/perxudrespodcast/p/asti-bars-u-sulha-mala-senyasaran?r=4iwpnx&utm_campaign=post&utm_medium=web Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/ Youtube:https://youtu.be/fNcboDq3tiw Spotify:https://open.spotify.com/episode/3e6Dsk05kJpZm2TrRO6zFL?si=5f616b9fc9284b93

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Oct 27, 2024

Embed this episode

Ready to play

#169. Aştî, Barış û Sulha Mala Şenyaşaran û Mala Yıldızan

0:00 0:30

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 0 minutes long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on October 27, 2024.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!