EPISODE · Oct 29, 2024 · 3 MIN
#170. Sînorê Şiîrên Arjen Arî: Nisêbîn û Qamişlo ⚠️
from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran
Di vê xelekê de ser sînorê di şiîrên Arjen Arî de çend gotin hene. Şairê şêrgele Arjen Arî di nivîseka xwe de dibêje ew ji wî welatî ye, welatê helbestên nebihîstî, welatê destanên jibîrbûyî.Di eynî nivîsê de, Arjen Arî dibêje li wî welatî li ser rêka helbestê dilê wî di mista wî de ye û li ser lêvên wî hezên hiznî yên stranan rêz bûne.Bes ji şiîrên Arjen Arî wer tê xanê ku yên wî, hezên wî hem bi wan stranên li ser lêvên wî hem jî bi hidûdan kesirîne. Belkî çem û çîya, deniz û derya hidûdên tabiî ne û hikmê şairan li wan nabe, lê hidûdên li deşt û berîyan, ewên bi têlên rêsayî, ewên dihêlin ku tu hêla din ya ji te bibînî, lê bi eskerên li ber nahêlin ku tu derbaz bibî, hidûdên wisa ne ku bi destan hatine çêkirin û şair jî tînin bi qelemên destan xwe lê diqelibînin.Arjen Arî yê ku li Nisêbînê, li ber serê Qamişloyê hatiye dinê û mezin bûye di çend şiîrên xwe de nîşanên eşqeka yek li vê hêla sînor û yek li wê hêlê dane.Mesela di şiîreka xwe de Arjen Arî dibêje berêvarekê, yê ku roj lê diçe ava ew e û dibêje xwezî ev sînor nebûya.Di şiîreka din de, nav tu bihata, ku gorey min ji şiîrên Arjen Arî ya herî hiznî ye, şair ji wê xayînêyê re ku bi şev nehatiye ew hevdu bibînin, dibêje dilê wî sed carî li sînor wer bûye û dibêje tu bihata ev dil li dû te Binxet nedibû. Şeveka tiptarî jî Arjen Arî daku yar were rêka wê ya li sînor vedike û xweş dike: gund razaye, kûçik razaneheyv derneketiye, stêrk wenda netêlên sînor serpişt pal danefersend ev fersendwere! Dîsa di şiîrekê de Arjen Arî raber dike ku yar pir nêzîk e, lê bi sînor pir dûr dikeve û vê rewşê jî wanî îfade dike: bi destin valabi awirin melûlgeh bi jêr de, geh bi jor demeşîm di ber sînor re…meşîm…qewzek e neqeba mebang bikim tebibêjim ‘’lêêê!’’wê deng bê telê ev têlev mayînev leşkerên Romêne dihêlin bang bikimne jî dihêlin bêm.. Zaten Firat Cewerî jî di nivîseka xwe de ser salên xortanîyê yên bi dostê wî Arjen Arî re dibêje wî diltenikî dil girtibû, lê dildara wî li alîyê din yê xetê, li pişt têlan, li Qamişlo bû. A li sînoran ne tenê eşq e elbet. Nihîtê mêran yên li ser sînoran ketine etra qetek nan jî ketine şiîra Arjen Arî ku yek ji wan Zekiyê Hemal e: şevekê çû.. û venegeriya!beriya dayê, jinê, xuşkêmoriya girt laş, torîk ketin ser,li hêlekê guh û serli hêlekê qefesa sêngêzîvar zîvarî cendekê Zekiyê hemal! Bi hemû şiîrên xwe yên ku ji wan sînoran sala 2024an ketine dîwanekê, Arjen Arî yê sala 2012yan canê xwe ji dest daye, şairê welatê helbestên nebihîstî ye, şairê welatê destanên jibîrbûyî ye, hîn jî. Omer Faruk Baran *Navên şiîrên di vê nivîsê de derbaz dibin; ez û dil, êvarî, tu bihata, zekiyo, were, ev sînor BÎBLİYOGRAFYA Arjen Arî, Şêrgele - Hemû Helbest, Weşanên Sor, 2024 Arjen Arî, Xasenezer, Evrensel Basim Yayın, 2013 Firat Cewerî, Arjen Arî Nemiriye Arjen Arî Ye, Gazete Duvar, 2020 Substack:https://open.substack.com/pub/perxudrespodcast/p/sinore-siiren-arjen-ari-nisebin-u?r=4iwpnx&utm_campaign=post&utm_medium=web Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/2024/10/sinore-siiren-arjen-ari-nisebin-u.html Youtube:https://youtu.be/zARMAvVkJRE Spotify:https://open.spotify.com/episode/3e6Dsk05kJpZm2TrRO6zFL?si=5f616b9fc9284b93
Embed this episode
Ready to play
#170. Sînorê Şiîrên Arjen Arî: Nisêbîn û Qamişlo ⚠️
No transcript for this episode yet
Similar Episodes
No similar episodes found.
Similar Podcasts
No similar podcasts found.