#179. Stêrkên Beyraqên Sûrîyê û Straneka Eyşe Şanê 🎶 episode artwork

EPISODE · Dec 13, 2024 · 3 MIN

#179. Stêrkên Beyraqên Sûrîyê û Straneka Eyşe Şanê 🎶

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

Dinê di talîya 2024an re ji Sûrîyê dît ku beyraqek çito bi bayê bezê dikeve xwarê û li şûna wê çito yek radibe, li ba dikeve.  Hema bêje temamê mîr, wezîr û kizîrên dewletên dinê bi pêşveçûn û serketina muxalîfên bi salan di Îdlibê de asê mabûn şok bûn.  Dema muxalîfan beyraqa xwe li Şama paytext bilind kir dewletên giregir dest bi danûstandinan kirin ku wê beyraqê bi rêkên resmî nas bikin. Muxalîfên piştî herba sîvîl ya 13 salan di 12 royan de gihîştine Şamê û bûne îqtidar beyraqa wan demên ku Sûrîyê xwe ji bin destê Fransa xelas kiriye jinûve hilda.  Beyraqa dewra hikûmdarîya Esadan yek sor, yek sipî, yek reş bi sê şerîdan e û di ortê de du stêrkên kesk hene.  Sor xwîna rijîyayî raber dike, sipî nîşana aştîyê ye û reş jî zordestîya li ser Ereban temsîl dike.  Her du stêrkên kesk jî nîşana Sûrîye û Misirê ne ku ew ji 1958an heta 1961an tev meşîyabûn, bi hevdu re dewleteka Ereban çêkiribûn.  Dibêjin bavê Beşar Esad, Hafiz Esad û komutanên Partîya Baas piştî derbeyê gotine, ‘’beyraqa me ji vir û pê ve ev e.’’  Komên muxalîf jibo xwe ji hikûmeta Esad û dewleta wê cihê bikin bi beyraqeka hinekî nû hinekî nola ya berê rabûn.  Di beyraqa muxalîfan de li şûna şerîda sor, şerîda kesk hat danîn û stêrk jî hatin sorkirin û sisêkirin. Sê stêrk, sê mintiqeyên mezin yên Sûrîyê, Heleb, Şam û Dêrezorê temsîl dikin. Monîtor û medyayên ku herba Sûrîyê teqîb dikin, dibêjin li welatî, tewr pir Lazkîye û Tartus li hêla Esad sekinîn.  Lê dibêjin dibêjin piştî Esad ket û ji Şamê revîya, piranîya şênîyên wan hêlên Lazkîye û Tartus hema pozîsyona xwe guhert û beyraqa muxalefeta berê û îqtidara nû anî danî r profîlên xwe yên li ser sosyal medyayê.  Dibe elbet, bi hikûmdarîya beyraqan her tişt dibe: Eyşe Şan e ku di wê stranê de, Were Keçê Nav Zebeşan, bi mehne û bê mehne dibêje were keçê keçê hikûmdarê, were yadê yadê beyraqdarê.  Omer Faruk Baran *Lînk 1 - Youtube: Welatîyên Sûrîyê di slogana serê qeydê de bi Erebî dibêjin, ''miletê Sûrîyê yek e, yek e, yek e, yek e!'' *Lînk 2 - Spotify: Strana Eyşe Şanê - Were Keçê Nav Zebeşan *Lînk 3 - Substack: Eger tu dixwazî metnên vê podcastê werin ser e-maila te ji vê lînkê tu dikarî bibî abone. Belaş e û baş e.

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Dec 13, 2024

Embed this episode

Ready to play

#179. Stêrkên Beyraqên Sûrîyê û Straneka Eyşe Şanê 🎶

0:00 3:01

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 3 minutes long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on December 13, 2024.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!