#181. Îskender | Meha Donzdehan 2024 episode artwork

EPISODE · Dec 28, 2024 · 2 MIN

#181. Îskender | Meha Donzdehan 2024

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

Îskender, navekî meraqa min li ser bû di zarokîya min de. Vî navî hem bi dirêjbûna xwe hem bi nadirbûna xwe li nêv şênîyên me yên Sirûcê, bala min ne îşê îşan pir dikişand û tehmeka sir-têda diavêt hiş û aqilê min.Wan salan, behsa serê salên 2000î dikim, li derdora me nav ekserî yên pêxember û keç û kurên wan bûn û ne li mektebê ne jî li camîyê, min ser Îskender tiştek nebihîstibû.Kesî nedigot Hezretî Îskender, bi referansên Îslamî gotinên nola Îskender eleyhî selam yan Îskender radyallahu enh jî li ber guhên min neketibûn.Here were bi tenê du Îskenderên esnaf min nas dikirin û min nediwêrî bi zimanê xwe yê zarok herim dikanên wan û ji wan her yekî bipirsim, bêjim “Seba çi navê te Îskender e?”Dûra, berê di derseka tarîxê de ez li vî navî rast hatim, li restoraneka Riha min dît ku nav, navê xwarineka bi goşt û mast e, ji straneka Awazên Çîya min bihîst ku îro dîsa li Zagrosan Kurd bûne çeper û hêlîn, bi rengê dewrana Îskender, Romî jî lê terpilîne û ji kitabeka şiîran ez ho bûm ku şairekî navê wî Küçük İskender, Îskenderê Biçûk heye di edebîyata Tirkî de.Mezin bûm û malûmatên min yên li ser Îskenderê Mezin û Makedon zêdetir bûn bere bere: Komutanê karîzmatîk, bi taktîk û teknîkên nû yên herbê, hespê xwe ji Yunanistanê heta Îran û Hindistanê bezandibû, li nîvê pir yê dinê hikûm kiribû û berê xwe dabû Çînê.Çûbû kî derê erf û edetên xwe, ziman û zanîna xwe jî bi xwe re biribû wir Îskender. Bi gotina zimanzanan be mesela, di Kurdîya kevn de herfa ”l”yê tune ye û ew bi hatina Îskender re hatiye ketiye devên Kurdan. Loma, dibêjin zimanzan, hîn jî hinek Kurd dibêjin arî min bike hinek dibêjin alî min bike, hinek dibêjin per û hinek dibêjin pel.Bi navê xwe, ku di eslê xwe de Aleksander bûye lê me gotiye Îskender, bi tesîra xwe ya li deştên dipdirêj pir şop li dû xwe hiştine Makedonê Mezin ku bi hezaran salan piştî wî, li şeveka Riha ji xezeleka bi dengê Kazancı Bedih dibihîsim mirina wî bi Tirkî: cihane sığmamışken bir mezara sığdı İskender: Li dinê hilnedihat ha Îskender, ma ne ew jî çû ket tirbeka kevir li ser.Omer Faruk BaranVa nivîsa berê havîna 2023yan di Botantimesê de derketiye. Omer Faruk Baran nivîsa xwe royeka ji wan royên dawî yên 2024an jibo Perxudres Podcastê xwendiye. ⁠Lînk 1 - Substack: Eger tu dixwazî metnên vê podcastê werin ser e-maila te ji vê lînkê tu dikarî bibî abone. Belaş e û baş e.Lînk 2 - YouTube: Tu dikarî ji YouTubeê jî li vê podcastê guhdarî bikî. Lînk 3 - Spotify: Strana Kazancı Bedih - Ağarmış Saçlarım

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Dec 28, 2024

Embed this episode

Ready to play

#181. Îskender | Meha Donzdehan 2024

0:00 2:49

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 2 minutes long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on December 28, 2024.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!