EPISODE · Jan 26, 2025 · 1 MIN
#187. Saet Sê Kêm Selîm Temo: Hilbe Kobanî | Çile 2025
from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran
‘’Hilbe Kobanî’’ya Selîm Temo 26ê meha 1ê ya 2025an, di salvegera 10an ya rizgarîya Kobanîyê de derket. Ez ku wê royê ji Sirûca li ber serê Kobanîyê diçûm Diyarbekir, min xebera ser derketina kitaba ji zû de li bendê bûm, li rê, di Instagramê de dît. Çito ez gihîştim Diyarbekir, ez li derekê aware nebûm, dîrekt çûm, min kitab kirî û ez rûniştim, min kitab du caran xwend.Carê ji destpêkê heta dawîyê, carê jî ji dawîyê heta destpêkê; her carê, nola Selîm Temo jî gotî, bi dengê beytikê dûr ji hêlînê‘’Hilbe Kobanî’’, ku silavek e li Çîyayê Agirîyê, şahidîya dewrekê ye bi şîn, şahî û şanoyê. Selîm Temo, şairê ku wer dixewine pir qeherîye ji sanîyeyên li sanîyeyan nasekinin û silavekê lê nadin, saet di sê kêm deh deqîqe de sekinandiye seba xatirê wî şervanî, ew şervanê Herba Kobanî ku ketiye, ketiye Hilbe Kobanî. wa xortikê genimrengê delalî wa hespê rewan î enîbeş ka were û careka din bêje lo ‘’heval, saet sê kêm deh deqîqe’’Omer Faruk Baran
Embed this episode
Ready to play
#187. Saet Sê Kêm Selîm Temo: Hilbe Kobanî | Çile 2025
No transcript for this episode yet
Similar Episodes
No similar episodes found.
Similar Podcasts
No similar podcasts found.