EPISODE · Jan 28, 2025 · 1 MIN
#188. Marûf Xeznedar, Ema Sazbend û Blind Guardian
from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran
28.01.2025, Sêşem Min îro pêşgotina Dîroka Edebîyata Kurdî ya Prof. Dr. Marûf Xeznedar xwend. Ez di kitabên tarîxê de, di ewên akademîk de gava pêşgotinê dibînim û serencama hazirkirina wan kitaban, spasîyan filan dixwînim, kêf li min ne îşê îşan xweş dibe. Xeznedar di destpêka gotina xwe ya pêşî de dibêje ‘’Şiîr li ba min ji asîman dihat xwarê, şair jî kesek wisa bû ku ji terefê Xwedê ve hatibû şandin.’’ Vê gotina Xeznedar şoreka Ema Sazbend anî bîra min. Ema Sazbend di roportajekê de dibêje ‘’Şairî ne her karê herkesî ye, Rebbil Alemîn, aqilê şairan bi ronahîya hîv û ro û stêrkan, bi şiqînîya berf û baran û tav û tofanan û bi bîna gul û gupikên biharê, wan tevehev dike û çêdike.’’ Stara te Xwedê, fikrên ecêb û enteresan. Gotinên Prof. Dr. Marûf Xeznedar û Ema Sazbend straneka bi dengê Blind Guardian tînîn bîra min, The Bard’s Song, strana sazbend yanî, şiîra şaîr. tomorrow will take us away far from home, no one will ever know our names, but the bard’s song will remain. Omer Faruk Baran
Embed this episode
Ready to play
#188. Marûf Xeznedar, Ema Sazbend û Blind Guardian
No transcript for this episode yet
Similar Episodes
No similar episodes found.
Similar Podcasts
No similar podcasts found.