#189. Psikolojîya Abdullah Cevdet, Ruhîyata Ziya Gökalp  episode artwork

EPISODE · Jan 29, 2025 · 1 MIN

#189. Psikolojîya Abdullah Cevdet, Ruhîyata Ziya Gökalp

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

29.01.2025, Çarşem Bi şev wer ji nişka ve hat bîra min, min vekir li Çankaya, li xatirayên Falih Rıfkı Atay nihêrî. Falih Rıfkı Atay, ku katibê Mustafa Kemal Atatürk bûye, di vê kitabê de ser salên pêşî yên dewleta Tirkîyê û meseleyên zimanê Tirkî malumatên êpêce enteresan dide. A kir ku ez vekim careka din li wê kitabê binêrim, meseleka Ziya Gökalp û Abdullah Cevdet bû. Gorey gotina Falih Rıfkı Atay, Ziya Gökalp jibo ‘’psîkolojî’’yê digotiye ‘’ruhiyat’’, Abdullah Cevdet jî digotiye ‘’psikoloçya’’. Bi vê mantiqê, Ziya Gökalp ji ‘’psîkolog’’ re digotiye ‘’ruhiyatçı’’, Abdullah Cevdet jî digotiye ‘’psikoloçyaî’’ Ziya Gökalp ji Diyarbekir, Abdullah Cevdet ji Xarpêtê ye. Xwezîya sax bûna îro, ne seba zimanê Tirkî lê jibo Kurdî me dîsa ‘’psîkolog’’ ji wan pirs bikira. Herhal wê Ziya Gökalp bigota ‘’derûnnas’’ û Abdullah Cevdet jî wê dûz, dîrekt bigota ‘’psîkolog’’ Ez bi xwe li hêla Abdullah Cevdet disekinim, tercîha min jî psîkolog e yanî. Di hinek meseleyan de ji Kurdîzekirina hez nakim, ji ‘’derûnnas’’ê hez nakim. Dibînim mesela, dibînim hinek nabêjin ‘’mîmar’’, lê dibêjin ‘’avahîsaz..’’, ew jî bi min ecêb tê. Ehmedê Xanî ku digot ‘’Vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye’’, îro ku ji tirbê rabe, sax be wê bi vî zimanî bêje ‘’Vî zemanî her kesek mîmarê profîla xwe ya Instagramê ye’’, texmîn nakim ku bêje ‘’avahîsaz’’. Ha hîpotez ha farazîye, texmîn nakim.

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Jan 29, 2025

Embed this episode

Ready to play

#189. Psikolojîya Abdullah Cevdet, Ruhîyata Ziya Gökalp

0:00 1:57

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 1 minute long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on January 29, 2025.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!