#193. Bi Dengê Şimşalê Meraq û Meqamên Zagrosî | Sibat 2025 episode artwork

EPISODE · Feb 9, 2025 · 1 MIN

#193. Bi Dengê Şimşalê Meraq û Meqamên Zagrosî | Sibat 2025

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

09.02.2025, BazarMin îro ji Zagros Film Festivalê, 7 Symphonies of the Zagrosê sêr kir.Belgefîlm bi dîrektorîya Parviz Rostami ser heyata Nazif Moradweysi ye ku wî li Zagrosan 65 salan pife şimşalê kiriye.Fîq, ney, şimşal, bilûr, zirne enstrumanên pifkirinê ne. Di zarokîya min ya ne çiyayî lê deyştî de dengên bilûr û zirneyan hebûn.Zirne li ber devê gewendeyan bû, li def û dawetan dihat bihîstin.Bilûr jî îş û karê şivanan bû û xêncî wan bi min wer dihat ku bi tenê dîn û dîwane û ehlê terîqetan li bilûrê dixin.Di belgefîlma Parviz Rostami de Nazif Moradweysi raber dike ku li hêla Hewraman û Îranê milet li ser edetên berê hîn jî bi dengê şimşalê tedawî dibe, ku yek dimire bi dengê wê tê defin kirin.Rostami bi meraq û meqamên şimşala Moradweysi, bi êş û eşqê her rengê heyatê nîşan dide.Ez jî hez dikim ji vê muzîkê, hez dikim ji vî hesabî: Cîh tê bi bilûre digirîm, şînê digerînim, cîh tê bi dengê şimşalê şa dibim, radibim reqsê.Ma ne Celadet Alî Bedirxan bû, wî seydayê gerok, di şiîreka xwe de ser bilûra xwe ya şîrîn digot, bilûra min, tu hevalê bêhevalan î, tu destbirayê şivan û dilketîyan.Omer Faruk Baranhttps://zagrosfestival.com

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Feb 9, 2025

Embed this episode

Ready to play

#193. Bi Dengê Şimşalê Meraq û Meqamên Zagrosî | Sibat 2025

0:00 1:28

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 1 minute long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on February 9, 2025.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!