EPISODE · Feb 17, 2025 · 1 MIN
#197. Dîrektorê Erd û Ezmanan
from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran
17.02.2025, Duşem Şev şikestibû, berbang bû hema bêje, min ji Zagros Film Festivalê vekir Director ya Azad Jafarpour û Morad Haghparast sêr kir. Di vê fîlma anîmasyon de Azad Jafarpour û Morad Haghparast bi senaryoyeka mehnedar mealen dibêjin gava dîrektor dest bi çêkirina fîlma xwe dikin, dibin karakterên fîlmê û dibin fîlma xwe bi xwe talîya talî. Muzîkê pir nizanim, lê di edebîyatê de jî wisa ye. Şair dibe şiîra xwe mesela, Flaubert dibe Madame Bovarya xwe. Azad Jafarpour û Morad Haghparast di vê anîmasyona şekil-şiîr de dîrektor bi tiştên di dil û aqilê wî de ji erdê birine ezmên, firandine. Dîrektor firandine heta talîya fîlmê, heta fîlm jî firîyaye bi dilê dîrektor û bi aqilê Azad Jafarpour û Morad Haghparast. Omer Faruk Baranhttps://zagrosfestival.com/
Embed this episode
Ready to play
#197. Dîrektorê Erd û Ezmanan
No transcript for this episode yet
Similar Episodes
No similar episodes found.
Similar Podcasts
No similar podcasts found.