EPISODE · Feb 22, 2025 · 1 MIN
#200. Li Hezkirina Meryem Semedi
from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran
22.02.2025, Paşîn Serê sibê rabûm min ji Zagros Film Festivalê, Karnica ya Meryem Semedi vekir, sêr kir. Fîlm ser kalemêrekî û pîrejîna wî ya bi Alzheimer çerx bûye. Zarokên wan dixwazin dîya xwe bişînin mala hemşîreyan ku ew di bin kontrolê de li wir bimîne, lê kalemêr bi cefa û wefa li ber xwe dide, pîrejina xwe bernade. Bi vê fîlmê dîn û dîwaneyên zarokîya min hatin bîra min. Wan çaxan pir meraq dikir min, xwedîyên wan çito li wan dinêrîn, ew çito îdare dikirin. Rokê min ji mezinên xwe meseleya ‘’Dînê Belikê’’ bihîst. Belik gundekî Deyşta Sirûcê ye; li vî gundî nav Salih dînek hebûye, tim cil ji xwe dişeqitandine, şilf û tazî direvîyaye, bi gundan diketiye.Şeveka sar ya zivistanê Salih venegerîyaye mal û şop li ser rast nebûye, li vir nihêrîne, li wir nihêrîne Salih tune. Mezinan digot, wê şevê xew neketiye çavên dîya Salih. Serê sibê rabûne, dîsa li pey Salih ketine û di berfê de îz û şop birine ser wî ku ew li ber kûpekî avê dîsa şilf û tazî, lê xwê-dayî dîtine di wê serma û seqemê de. Meseleya wî Salihî hem ser kezeba dê dihat gotin hem jî ser sitirandinê û sirên Xwedê. Hikmê hezkirinê ji dil û kezebê ye û li bextreşîyan û li nexweşîyan nanêre. Meryem Semedi bê aksîyon, bi maleka monoton ya di halê xwe de hezkirinek kiriye fîlm. Hezkirineka bi sirên salan sitirîye, bîr bikî bîr nekî eynî ye û heye, timûtim heye. Omer Faruk Baran
Embed this episode
Ready to play
#200. Li Hezkirina Meryem Semedi
No transcript for this episode yet
Similar Episodes
No similar episodes found.
Similar Podcasts
No similar podcasts found.