#202. Xwînxwînî episode artwork

EPISODE · Feb 23, 2025 · 1 MIN

#202. Xwînxwînî

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

23.02.2025, Bazar, Piştî Nîvro Fîlmeka din li îro, ji Zagros Film Festivalê dîsa, Pele ya Shorish Vakili.Min va fîlma nola çîrokên Gabriel Garcia Marquez û Jorge Louis Borges pir eciband. Di fîlmê de kalemêrekî ku berê esker bûye, li saloneka sînemayê dişixule û ew her cara ku salonê pak dike li ser perdeyê lekeyên xwînê dibîne. Bi fîlmê, bi lekeyên xwînê du gotinên hêla me hatin bîra min. Yek, ‘’xwîn di zikê wî de tune’’ ye ku bi vê gotinê qest kesên zalim û zordest, kesên xedar in. A duduyan jî ‘’Xwedê xwînê wenda nake’’ ye ku bi vê şorê tê gotin, dûr dibe nêzîk dibe, çar sal pêşde dibe çar sal paşde dibe, talîya talî heq cîhê xwe dibîne. Shoris Vakili, bi lekeyên li perdeya sînemayê, bi kalemêrê deng jê dernakeve, bi xeberên televîzyonê yên di ber re, bi xwîna bûye av ji Îraqê rengê Rojhilata Navîn raber dike, real û surreal. Ez dibêjim qey li Tirkîyê ne derhênerên Kurdan ne jî yönetmenên Tirkan, rejîsoran yanî, yanî dîrektoran ser xwîna bi dehan salan rijîyayî hîn fîlmên tam fîlm, ne real ne surreal li perdeya sînemayê nexistine. Gotineka din hebû, ser hêrs û herbê digotin, xwîna wan ketiye çavên wan. Xwîna me nerijîyaya lê tenê ji çavên me biçûya ser perdeyê jibo fîlman û ew aşt bibûna, û em aşt bibûna, xwînxwînî, xwînî, bê xwîn.Omer Faruk Baran https://zagrosfestival.com/

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Feb 23, 2025

Embed this episode

Ready to play

#202. Xwînxwînî

0:00 1:46

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 1 minute long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on February 23, 2025.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!