EPISODE · Feb 24, 2025 · 1 MIN
#203. Spasîyeka Zagros Zagros | Sibat 2025
from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran
24.02.2025, Duşem Îro jî biqede çar royên Zagros Film Festivalê dimînin. Gava min fîlmên festîvala îsal dîtibûn min qirar dabû ku ez heta roya talî ya festîvalê temamê wan fîlman sêr kim û wan bipodcastînim.Di vê festîvala onlayn de 20 fîlm hene bo mehekê û min di 15 royan de hema bêje nîvê fîlman, 11 fîlm sêr kirin û podcastandin. Herhal jiber ku min berê ti carî di demeka ewqas kin de ewqas fîlm sêr nekiribûn û ewqas nefikirîbûm ser her xelekeka podcastê bunyeya min ranekir, sînyalên nexweşîyê li bedena min ketin. Min fîlmên metrajdirêj hiştibûn royên talî. Texmîn nakim ku ez kanibim temamê wan di van çar royan de bi halê nexweş sêr kim û bipodcastînim. Ji guhdarên Perxudres Podcastê ser fîlmên festîvalê mektûb hatine. Belkî jibo cewabê ez tenê fîlmên di wan mektûban de sêr kim, eger zû rind bibim û ji rê, ji rîya Riha û Diyarbekir û ji karûbarên debarê wext bimîne. Spasîya dîrektorê festîvalê Simon Suleymani û ekîba wî dikim ku di vê dewra dîjîtal de û di vê desttengîyê de elbet li me ferz nekirin ku em herin Parîsê bêmehne.Hem bi fîlman me berê xwe ji Torosan da Zagrosan û em onlayn onlayn hilkişiyan wan çiyan, Zagros Zagros spas, pir spas. Omer Faruk Baran
Embed this episode
Ready to play
#203. Spasîyeka Zagros Zagros | Sibat 2025
No transcript for this episode yet
Similar Episodes
No similar episodes found.
Similar Podcasts
No similar podcasts found.