#208. Cewabek bo Mektûba Guhdar Ş.  episode artwork

EPISODE · Mar 1, 2025 · 2 MIN

#208. Cewabek bo Mektûba Guhdar Ş.

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

1ê Adarê 2025Guhdar Ş., Mektûba te ez pir kêfxweş kirim, min çend caran xwend, lê jiber karûbarên dinê û debarê ez ancax niha li te vedigerim, qûsirê menêre heyran. Ez berê ji Ulyssesa James Joyce ya Kawa Nemir û begefîlma Aylin Kuryel û Fırat Yücel destpê bikim. Min ew belgefîlm berê ji MUBIyê sêr kiribû, seba te min vekir carekê jî ji Zagros Film Festivalê sêr kir. Tê bîra min, sala 2014an min ser destpêka wê wergerê metneka parîyekî mîzahî nivîsîbû. Di metnê de min gotibû Kawa Nemir li ser ricayeka jineka xwestiye Ulyssesê bi Kurmancî bixwîne dest bi tercûmekirina wê kitabê kiriye û li gor malûmatên min ji wê jinikê bi dest xistine jî wê wergerandina wê 4 salan biajo.Meseleya mîzahê li dera han, axirî kitab piştî xebata 10 salan ya li Stenbol, Diyarbekir û Amsterdamê sala 2023yan derket û ku çito derket ez çûm min ji çapa wê ya qapaxqalind nûsxeyek kirî ku bixwînim. Ne ku min mijar û meseleya James Joyce meraq dikir, na, seba welatê kelîmeyên Kawa Nemir, seba peyvistana wî min dikira bixwenda Ulysses, lê wer fersend çênebû, nebû nesîb û min bar kir û min kitabxaneya xwe jî bi erzanî firot. Nefret dikim ji barkirina kitaban; gava mecbûr dimînin mala xwe bar dikim, kitabxaneya xwe jî bi erzanî difiroşim û xwe jê xelas dikim, heta ku yeka nû çêdikim. Min belgefîlma Aylin Kuryel û Fırat Yücelê eciband. Belgefîlmê pêşxane, paşxaneya wergerandina Ulyssesê bi danûstandin û dîyalogên relaks rind raber kiriye. A tewrî xweş jî dawîya belgefîlmê bû, çûne matbaayê, bi wî îşçîyê re xeber dane, ewê ewqas kitaban çap dike, Ulyssesa bi Kurmancî jî di nav de. Em werin ser xwendin û nivîsînê. Hele ka bêje heyran, di vê heyatê de ji xwendin û nivîsînê xweştir çi heye? Tu, tu ku ehl û erbabê qelemê yî, ji min bipirsî ezê bêjim xwendin jî ji nivîsînê hîn xweştir e. Lê min xwe ranegirt û xwe li nivîsê jî qeliband. Ma min xwe li çi û çi neqeliband ku di vê heyatê de. Te gotiye Xwedê dengê te û qelema Kawa ji me kêm neke, spas, eynî dîsa eynî ew Xwedê mektûbên te jî ji e-maila min kêm neke ma heyran.. Binivîse û bişîne heyran, binivîse û bişîne, vê gavêbi xatirê te. Omer Faruk Baran⁠⁠https://www.instagram.com/perxudrespodcast/⁠⁠[email protected] ⁠⁠Jibo nivîsên Perxudres Podcastê werin ser e-maila te tu dikarî ji vê lînkê bibî aboneya bultena me; belaş e. ⁠

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Mar 1, 2025

Embed this episode

Ready to play

#208. Cewabek bo Mektûba Guhdar Ş.

0:00 2:31

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 2 minutes long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on March 1, 2025.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!