EPISODE · Mar 12, 2025 · 1 MIN
#214. Mektûba Guhdar P. û Sevgilîya Şeva Sar
from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar P. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. Însan en pir di nexweşîyê de dixwaze sevgilîyeka wî hebe.Bi şev saet dihat dehan, ketime xew li ser kanepeyê, paşê ez rabûm çûm odeya razanê.Nîvê şevê çûbû, ez şiyar bûm ji xew û min li dora nihêrî. Min dî sîya darên dûr li dîwêr ketiye.‘’Ez niha li ku me..’’, min pirsî ji xwe bi bayê xewê. Min telefon vekir, min dî pereyên krîpto ketine dîsa, pir daketine dîsa. Însan en pir di nexweşîyê de dixwaze sevgilîyeka wî hebe. Min betanîya sar kişand, avêt ser xwe. Însan en pir di nexweşîyê de dixwaze sevgilîyeka wî hebe.Guhdar P. Tu jî dikarî not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînî. https://www.instagram.com/perxudrespodcast/[email protected] Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne. Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e.
Embed this episode
Ready to play
#214. Mektûba Guhdar P. û Sevgilîya Şeva Sar
No transcript for this episode yet
Similar Episodes
No similar episodes found.
Similar Podcasts
No similar podcasts found.