#22. Odeyên Zer û Sezen Aksu | Agustos 2022 episode artwork

EPISODE · Aug 18, 2022 · 1 MIN

#22. Odeyên Zer û Sezen Aksu | Agustos 2022

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

Ji muzîka Sarı Odalar ya Sezen Aksu hez dikim: Hîn ez î zar bûm dema ew muzîk cara siftih li guhê min ketibû, tesîr li dilê min kiribû, tesîreka tam. Ez pir pêda ketim û min stran ji Tirkî bi stîla xwe çerxe Kurmancî kir: Di vê stranê de Sezen Aksu bi hêrs û herb dibêje ''Ez ji heyata te çûm oxlim, de di şûna min ke yekê eger kanî..'' Bes ne gotinên stranê, lê navê stranê meraq çêkirin ji min ra. Jibo ''Sarı Odalar''ê ez dibêjim, ''Odeyên Zer'', tercûmanekî din jî, wergêrek elbet, kane rabe bêje, ne Odeyên Zer lê Jûrên Zer. Min stran Agustosa 2022yan tercûme kiribû û tevî muzîkê li ser Perxudres Podcastê weşandibû. Temûza 2025an di restorekirina xelekên berê yên Perxudres Podcastê da jibo meseleyên telîfê muzîkê ji vê xelekê radikim. Mesele ne rakirina muzîkê ye, na, mesele tercûme ye û ez hîn jî jibo Sarı Odalarê nabêjim Jûrên Zer lê dibêjim Odeyên Zer. De ku çi yee, nola ku bêjim ez ji wê odeya zer derketim çûm oxlim, zêrê zer bî jî venagerim, navegerim. Omer Faruk BaranFotografa li qapaxê: Sezen Aksu - Spotify. Va xeleka Agustosa 2022yan, Temûza 2025an jinve hatiye hazirkirin. ***⁠Perxudres Podcast weşaneka serbixwe ye û ji ti cîhî ti pere û piştgirîyê nastîne. Destekçîyên Perxudres Podcsostê guhdarên nola te hêja ne. Tu dikarî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bidî vê podcastê ku weşana wê nesekine, dewam bike. ⁠***

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Aug 18, 2022

Embed this episode

Ready to play

#22. Odeyên Zer û Sezen Aksu | Agustos 2022

0:00 1:50

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 1 minute long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on August 18, 2022.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!