EPISODE · Mar 20, 2025 · 2 MIN
#220. Mektûba Ferec Koyistanî û Gelabiyê Newrozê
from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar Ferec Koyistanî radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. “Dinya biçûk e” dibêjin. Lewre divê mirov zêde ecêbmayî jî nemîne ji gelek tiştan. Bihara 2023yan, min xwe di ser medyaya civakî re gihandibû mixaletiyekî bavê xwe, ku niha li Zanîngeha Rojava dersdar e.Şopandina li ser Facebookê têra min nekiribû. Min di ser WhatsAppê re jê re telefon kiribû.Qala birayê xwe kiribû ku hevtayê bavê min bû û wekî gelek zarokên Amûdî, di payîza 1960î de di sînemayê de şewitibû.Di dewamê de gotibû: Dema Qanûna Şewqeyê ya Tirkan, rojekê kalikê te gelabiyê xwe li xwe kiribû û li mala xwe rûniştibû. Bi ser mala wî de girtibûn û gelabiyê wî dabûn ber xenceran, tîştîşî kiribûn. Piştî wê, -belkî jî wek henekpêkirinê- teqlîda kalikê min kiribû ku min hîç dengê wî nebihîstibû. Lê zêde kiribû: “Hima li zikê min nexin!” Aciz bûbûm, li ber xwe ketibûm û tundkej bûbûm bi vê bîranînê. Baş nayê bîra min bê min bi dû re çi ji rê got û telefon çilo asê kir. Lê belê, min ji yên derdora xwe re qal kiribû, belkî jî hem ji bo ku bêhna min hinekî fireh bibe û hem jî ji bo ku ev bîranîn jî bibe ardûyek ji hêrsa me ya li dijî wan.Her heman şapatê bavê min ji bo hinek karên xwe yên dewletê ji gund dihat Diyarbekirê. Tevî ku ewilî çûbû Stembolê jî bi serî nebûbû. Wextê me hêdî hêdî li Diyarbekirê pêk tanî, bêhna wî hatibû ber. Newroz nêzîk dibû. Hatibû bîra min ku dema bavê min çûbû Hecê ji xwe re gelabiyekî xakî kiribû. Berî hatina wî ya Diyarbekirê bi rojekê, min jê xwest ku gelabiyê xwe ji min re bîne. Di wextekî normal de çêdibû ku bi vê daxwaza min metelmayî bima û neaniya, lê ji ber ku ew û dewletê ji pêsîra hev vedibûn, daxwaza min li erdê nexist û gelabiyê xwe anî. Ne tolhildaneke qerase bû, lê ji destê min hew ev dihat. Min şeveqa Newroza 2023yan wekî gelek xortên çeleng ne şal û şapikek, lê min gelabiyek li xwe kir û weha çûm qada pîrozbahiyê; min yeqîn kir ku gava gelabî li xwe bikim û di çavên wan rakim, wê bêhna kalikê min jî firehtir bibe di gornê de.. Ferec KoyistanîJi vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne. Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e.
Embed this episode
Ready to play
#220. Mektûba Ferec Koyistanî û Gelabiyê Newrozê
No transcript for this episode yet
Similar Episodes
No similar episodes found.
Similar Podcasts
No similar podcasts found.