#222. Mektûba Guhdar N. û Mekteba Newrozê episode artwork

EPISODE · Mar 20, 2025 · 1 MIN

#222. Mektûba Guhdar N. û Mekteba Newrozê

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar N. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. ''Em diçûn mekteba orte. Ne biçûk bûn êdî em, ne mezin bûn tam. Lê me tam zanibû mekteb wê roja Newrozê li me bûye zindan. Tew me bihîstibû Kawa wê were Newrozê û roja me ya herî pîroz û bi doz û zindana mektebê zindantir bibû. Hevalên sinifê tev me xwest em biçin Newrozê û em ji dersê revîyan.Pêşî lawikên sinifa me xwe ji têlên mektebê werkirin. Paşê dora keçikan bû. Em keçik ditirsîyan. Hevalan giş xwe werkirin, û hinekan gomlek û hinekan pantorên wan jiber têlan qetîyan. Mam ez di dawîyê de, min jî got ya Ellah û xwe werkir. Digotin yên ku herin Newrozê wê cezaya disîplînê bixwin, lê piştî me têl derbaz kirin û em ji zindanê derketin êdî ne xema me bû. Me keskûsorûzerên xwe ji çenteyên xwe derxistin û em çûn meydana Newrozê. Kawa li sahneyê bû, li pêş me bû, digot vêxin agirê pîroz, Newroz ji bo me bû doz. Min xwe pir kêfxweş hîs kir: Newroz bi doza lawik û keçikên mekteba orte pîroz dibû. ''Guhdar N. Resim: Guhdar N. reva xwe ya ji mektebê çêkiriye. Tu jî dikarî not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînî. ⁠https://www.instagram.com/perxudrespodcast/⁠[email protected] ⁠⁠⁠Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne. ⁠⁠⁠⁠⁠⁠Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e. ⁠⁠⁠

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Mar 20, 2025

Embed this episode

Ready to play

#222. Mektûba Guhdar N. û Mekteba Newrozê

0:00 1:37

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 1 minute long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on March 20, 2025.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!