EPISODE · Mar 21, 2025 · 1 MIN
#223. Mektûba Serdar Laçin û Ticareta Newrozê
from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar Serdar Laçin radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. ''Newrozeka serê salên 2000î bû li Diyarbekir; qedexeyên ser Newrozan hê nû radibûn wan salan. Em sê zarok, ez Serdar û du dostên min Şiyar û û Rêzan, di wê Newroza serbest de me xwest em ji mezinên xwe biqetin û bi tena serê xwe bigerin. Me wer jî kir. Em ketin nava qelebalixê gerîyan û li mezinên xwe venegerîyan. Lê demekê şûnda me ferq kir ku em birçî bûne û di cêba me de panotek jî nîne. Em çi bikin çi nekin, me mêze kir, li erdê pet şûşeyên boş hene û li hêlekê jî tankêra avê. Me şûşeyan berhev kir, me bi ava tankêrê tije kir û dest bi firotanê kir. Şiyar bi Tirkî digot, ‘’abê suya gel’’, Rêzan jî bi Kurmancî digot ‘’Werin avê, werin avê..’, min jî bi Kurdî û bi Tirkî pereyan top dikir. Hinekan tam perê avê dida me hinekan jî zêde. Ti kesî nedigot qapaxa avê vekiriye yan na, hema avê digirtin û di qurtekî de diqedandin. Axirê me gelek av firot, em çûn me ji xwe re zikê xwe têr kir, piçek pere jî ma. Sala din em dîsa bi nîyeta wê ticaretê çûn Newrozê, lê me tiştekî wisa nekir. Çimkî êdî herkesî avê difirot û qapaxên wan şûşeyan jî girtî bûn tew. ''Serdar LaçinTu jî dikarî not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînî. https://www.instagram.com/perxudrespodcast/[email protected] Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne. Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e.
Embed this episode
Ready to play
#223. Mektûba Serdar Laçin û Ticareta Newrozê
No transcript for this episode yet
Similar Episodes
No similar episodes found.
Similar Podcasts
No similar podcasts found.