#34. Ayşe Şan: Însanê Mezin Mustafa Kemal Atatürk episode artwork

EPISODE · Nov 10, 2022 · 3 MIN

#34. Ayşe Şan: Însanê Mezin Mustafa Kemal Atatürk

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

Ji rêberên milîyetcîyên Tirk, Recep Alyamaç di xatirayên xwe yên Dîyarbekirî de ser sekn û sîyaseta bajêr rengekî dûrî dengên salên 2000î raber dike. Alyamaç yê bi leqeba Komando Recep dibêje Dîyarbekir piştî çêbûna cumhurîyetê heta salên 1970î jî merkezeke senteza Tirk-Îslamê bû û hizûr dida dora xwe. Bo wê hizûrê îspat bike, Alyamaç yê ku dibêje ew Kurmancî û Zazakî jî zane, balê dikişîne ser zimanê stranên dewra gêncîya wî. Li gor xatirayên Alyamaç, di wan salan têrhizûr de li qehwe û li def û dawetên Dîyarbekir pirtir stranên bi Tirkî dihatine gotin û yên Kurdî jî nîvî bi Kurdî bûne nîvî jî bi Tirkî. Bi gotina Alyamaç be ew stranên dûrî kîn û xwînê, pirtir ser eşq û evînê dihatine gotin. Sermeselê, Alyamaç behsa ‘’sallana sallana meçe ser avê’’ dike û bi Kurdîyeke şaş û Tirkîyeke rast be jî gotinên stranê li xatirayên xwe yên milîyetcî zêde dike. Beyraqdarê sîyaseta Kurdan Selahattin Demirtaş jî di sala 2014an de saz xist destê xwe û ew stran li ekranên IMC TVyê got. Selahattinê Sazbend û Komando Recep di spektruma sîyasî de du rengên dûrî hevdu ne elbet, lê herdu jî bo hizûrê, bo aştî û aramîyê xwe li eynî stranê digirin. Hez bikî hez nekî ew cihê ye, bes va strana bi gotinên xwe yên bi Kurdî û Tirkî sewta tarîx û tekamulê ye û wer dengekî wisa dide ku çi bigir bi herf û hevokên ji kovara Ziya Gökalp hatiye çêkirin. Ziya Gökalp ku di sala 1922yan de li Dîyarbekir ji kovara bi navê Küçük Mecmua (bi Kurmancî: Kovara Biçûk) gotiye: ‘’Eger heye Tirkekî ji Kurdan hez neke ne Tirk e, û eger heye Kurdekî ji Tirkan hez neke, ne Kurd e.’’ Belkî loma ye, sazbenda meşhûr Eyşa Şan di xatirayên xwe de bo Mustafa Kemal Atatürk dibêje ''însanê mezin'' û destpêka trajedîya xwe dibe ber meh û sala mirina wî. Eyşa Şan dide zanîn ku ew di meha 10an ya 1938an de, dema ew însanê mezin çûye rehmetê hatiye dinê û îdia dike ku qedera wê ya reş hîn jî wê çaxê ve bêli bûye. Serencama saz, stran, tarîx û tekamulê ye sankî, bi hev re dibêjin, kûr bin, sallana sallana meçin ser sîyasetê; keder heye, lê ne qeder e. Jêder: Gökalp, Ziya: Küçük Mecmua I, Çeviriyazı: Prof. Dr. Şahin Filiz, Yeniden Anadolu ve Rumeli Müafaa-i Hukuk Yayınları, 2009 Demirtaş, Selahattin: Sallana Sallana, HDP-Youtube, 2014 Alyamaç, Kürşat Esat: Komando Recep, Yaşayan: Recep Alyamaç, Cinius Yayınları, 2019Oremar, Kakşar: Prensesa Bê Tac û Text Eyşe Şan, Weşanên Şaredariya Bajarên Mezin a Amedê, 2015

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Nov 10, 2022

Embed this episode

Ready to play

#34. Ayşe Şan: Însanê Mezin Mustafa Kemal Atatürk

0:00 3:34

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 3 minutes long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on November 10, 2022.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!