#35. Adres: Posta Kutusu 50, Yenişehir PTT - Diyarbakır  episode artwork

EPISODE · Nov 17, 2022 · 4 MIN

#35. Adres: Posta Kutusu 50, Yenişehir PTT - Diyarbakır

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

Perxudres Podcastê di Adara 2022yan de dest bi weşanê kir û di demeke pir kin de deng da û ket guh, dil, aqil û çavên bi hezaran guhdar. .

Êdî di ser îstatîstîkan re bi rihetî dikarim bibêjim ku her hefte bi hezaran guhdar li benda beşa nû ya 5:50 pm ya roja Pêncşemê ne. 

Elbet li gor meraqa her guhdarekî yek caran beşên pir rind çêdibin di vê podcastê de, yek caran pir xerab û yek caran, ne rind ne xerab, lê îdare bi qasî îdareyê. 

Jixwe eynî nola guhdaran ez jî car heye hin beşan pir diecibînim û dibêjim ‘’Ê la weeeee, çi podcast bû, heram in di ser vê re podcast!’’ û car heye jî naecibînim û dibêjim, ‘’Niha ez û podcast çiyê hevdu ne yanî, va çi bela bû ez ketimê..’’ 

Bes pê pir şa û şên im ku guhdar ji min zêdetir li Perxudres Podcastê xwedî derdikevin û bi şor û şîretên xwe tim tesîrê li reng û rûyê wê dikin. 

Guhdar; guhdar jî çêşîd-çêşîd in. Pê dihisim ku hin kes jiber sekna min ya qaşo-sîyasî Perxudres Podcastê bi dizî guhdar dikin; çito ku milîyetcîyên Tirk wextekê Ahmet Kaya bi dizî guhdar dikirin, werga. 

Dîsa pê dihisim ku hin memûrên dewleta Tirkîyê jî jiber ku karên Kurdî meselyên tirs û talûkeyê ne li gor dewletê, bi tenê gava li dora wan kes tune be Perxudres Podcastê vedikin. 

Kî be, çi kes be jî guhdar, Perxudres Podcast bi refleksên rojnamegerîyê, bi tehmeke têde edebîyat heye, bi vîzoreke rasterast li sebeb û serencaman dinêre li xwe dinêre û hêdî hêdî, hûrik hûrik hindik hindik be jî dixwaze bi xebat û xîretê kalîteyê deyne ser kalîteyê ku jê pê ve qirar ya guhdaran e. 

Qirar bira ya guhdaran be, lê bira mektûb ya min. Çinku bi dengê sazbendên derdgiran ‘’Mektûba di zerfê de ez û tu ne lêê..’’ 

Bi salan e şorên dipdirêj ên li ser telefonê hez nakim, muhbetên mecbûrî ne têde, sohbetên li ser Whatsappê jî xulqê min teng dikin. Ji şorê, ji sohbet û muhbetê çito û çira dûr ketim; cewaba wê di xatirayên zimanekî birîndar de ye, lê mesele ne ew e. 

Seba guhdar, nas û dost kanibin mektûban bişînin min li PTT ya Yenişehir ya Diyarbekir, posta kutusu, qutîya posteyê vekir, posta kutusu 50. Ezê li benda mektûban bim. Fikir dibin, fotograf dibin, hez û hurmet dibin, derd û derman dibin, çi zanim çi dibin, mektûb bin di zerfan de bin û werin. Ez ji mektûban pir hez dikim, ma ne hîs û hiş ji her derê pirtir di mektûban de li hev dicivin, ma ne.. Edit, Mijdar 2023: Ev adres êdî ne aktîf e.

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Nov 17, 2022

Embed this episode

Ready to play

#35. Adres: Posta Kutusu 50, Yenişehir PTT - Diyarbakır

0:00 4:11

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 4 minutes long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on November 17, 2022.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!