#41. Qaçaxçîyên Kovara Hawarê episode artwork

EPISODE · Dec 15, 2022 · 1 MIN

#41. Qaçaxçîyên Kovara Hawarê

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

Kovara Hawarê ya li Sûrîyê sala 1932yan derketiye û doma wê heta 1943yan çûye, him li binxetê him li serxetê tesîr çêkiriye û êdî ser wê mît û rîwayatên têra xwe ecêb hene. Tê zanîn ku belavkarê Kovara Hawarê Ehmed Kurdî ye û wî ew kovar ji hêla Sûrîyê bi qaçaxî derbazî hêla Tirkîyê kiriye. Li gor gotina Ehmed Kurdî, kovar bi destê Musa Anter jî ji herêma Mêrdînê derbazî Stenbolê bûye. Yusuf Serhad Bucak, kurê Kürt Hakim Faik Bucak, di kitaba ser heyata bavê xwe da navê qaçaxçîyekî din jî dide, ji Paluyê Mustafa Tekiner. Bi gotina Yusuf Serhad Bucak be, Mustafa Tekiner, Kovara Hawarê bi xwe re ji Sûrîyê dianîne herêma Riha û Faik Bucak yê li Stenbolê hiqûq dixwendiye jî kovar bi xwe re dibirine wî bajarî. Tarık Ziya Ekinci, ku wî jî li Stenbolê tip dixwendiye, di roportajeka ser wan salan da dibêje ‘’Hawar bi dizî dihat Stenbolê’’ û bi peyvên serbilind dibêje ‘’Jiber ku di xwendinê de Kurdîya min ji ya hevalên min çêtir bû, min hinek nivîs werdigerandin Tirkî jî.’’ Omer Faruk BaranBîblîyografyaya vê xelekê wenda ye. Va xeleka Nîsana 2022yan di restorekirina qeydên berê de Temûza 2025an li şûna xelekeka fotografê ya Meha Donzdehan ya 2022yan hatiye bicîhkirin. ***⁠⁠Perxudres Podcast weşaneka serbixwe ye û ji ti cîhî ti pere û piştgirîyê nastîne. Destekçîyên Perxudres Podcastê guhdarên nola te hêja ne. Tu dikarî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bidî vê podcastê ku weşana wê nesekine, dewam bike. ⁠⁠***⁠Eger tu dixwazî metnên Perxudres Podcastê werin ser e-maila te du dikarî ji vê lînka Substackê bibî abone, belaş e. Gava tu bibî abone metnên her xeleka nû wê werin ser e-maila te. ⁠

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Dec 15, 2022

Embed this episode

Ready to play

#41. Qaçaxçîyên Kovara Hawarê

0:00 1:42

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 1 minute long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on December 15, 2022.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!