Skip to content
#482. Kürtçe Ezan episode artwork

Oct 15, 2026 3 min

#482. Kürtçe Ezan

from Perxudres Podcast Hosted by Perxudres Medya

Gazeteya Starê sala 2011an bi xeberekê ragihandiye ku li Sirûcê azan bi Kurdî tê xwendin. Vê gazeteyê xebera xwe sipartiye gotinên rayedarên BDPê ku ew partî sala 2026an teqabulî DEM Partîya pro-Kurd dike. Welatîyên li ser xeta BDPê, bi banga partîyê li gelek bajarên Tirkîyê, nimêjên Înê, ne li camîyên di bin kontrola dewletê da, lê li çadir û meydanan bi awayekî alternatîf kirine. Xebera ser azana bi Kurdî jî ji van nimêjan derketiye û deng daye. Her çiqas BDPê bi merkeza xwe bi meqamên bilind gotiye xebera Gazeteya Starê şaş û derew e jî meseleya azana bi Kurdî mezin bûye û ketiye guh devê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan. Di mîtîngeka Erziromê da, Recep Tayyîp Erdogan gotiye BDP azanê bi Kurdî xwendin dide û bi CHP ya bi sekna xwe ya sekuler tê naskirin azana bi Tirkî bi bîr xistiye. Rêberê CHPê û cumhurîyeta Tirkîyê Mustafa Kemal Atatürk sala 1932yan bi qanûnekê emir daye ku êdî azan bi Tirkî were xwendin. Vê qanûna hêrsa Misilmanên dîndar rakiriye, heta 1950î, heta Demokrat Partiya bi rêberîya Adnan Menderes hatiye îqtidarê, dewam kiriye û Tirkîye ji wê salê pê ve vegerîyaye ser azana bi Erebî. Gazeteya Starê di xebera xwe da bi Kurdîyeka herfên wê şaş azana bi Kurdî nivîsîye. Xwedê mezin e Bêyî wî ti Xwedê tune Mihemed şandîyê Xwedê ye Werin nimêjê, werin rihetiyê Xwedê mezin e Medyakar Ahmet Hakan, Hezîrana 2011an di Gazeteya Hürriyetê da dibêje, min meraq kir, min li ser û binê înternetê nihêrî, lê min qeydeka azana bi Kurdî nedî. Ahmet Hakan dibêje kîjan guneheka hîn mezin e, azana bi Kurdî yan dereweka ser azanê, tevî ku nexwendine jî bêjî azana bi Kurdî xwendine.. Sosoyologê serê sedsala 20an, Ziya Gökalpê Diyarbekirî navê wê Wetan di şiîreka xwe da mealen dibêje, welatek wer ku li camîyên wê azan tê xwendin bi Tirkî, çi xweş fehm dike mehneya diayên nimêjan gundî.. Ew azan, ewa li şûna Allahûekber Allahûkeberê, Tanrı uludur Tanrı uludur bû. EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠

Episode details come from the podcast's RSS feed.

Embed this episode

Ready to play

#482. Kürtçe Ezan

0:00 3:23

No transcript yet.

Requests help us decide what to transcribe next.

Frequently asked questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 3 minutes long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on October 15, 2026.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.