Skip to content
#483. Serhildan Z.  episode artwork

Oct 17, 2026 2 min

#483. Serhildan Z.

from Perxudres Podcast Hosted by Perxudres Medya

Tarîxa Fransayê bi protestoyên welatîyan dagirtî ye. Welatîyên vî welatê Ewrupa çi gava ji xizmetên dewletê ne razî bin radibin dadikevin meydanan. Payîz 2026, li Fransayê bi deh hezaran gêncên li lîseyan dixwînin, jiber mektebên xizmetxerab bend û barîyer danîn pêş wan û dest bi protestoyan kirin. Gênc dibêjin şertên fîzîkî yên mekteban berbad inî sinif qelebalix in, mamoste kêm in û dibêjin meclîs û hikûmet û dewlet tiştekî nakin. Bihara 1968an li Parîsa paytexta Fransayê gêncan dîsa jibo başkirina rewşên mekteban dest bi protestoyan kiribûn. Piştî protestoyên gêncan, îşçî û karker jî rabûbûn destek dabûn wan û grevên mezin çêbûbûn û vê rewşê tesîr li dinê kiribû. Di protestoyên payîza 2026an da Hereketa Êlegzeran jî destek da gêncan. Hereketa Êlegzeran sala 2018an da di protestoyên dijî bac û xeracan da çêbûbû.Ew hereket, îcar jî jiber bihabûna heyatê û enflasyonê bi gêncan ra daketiye meydanan. Rêberên hereketê dibêjin dewlet ji zengînan ne, ji feqîr û xizan û perîşanan bac û xeracê distîne. Jiber ku Serokomarê Fransa Emmanuel Macron baceka ser xwedîyên serwetên mezin rakiriye, leqeba wî bûye ‘’serokê zengînan’’ Zanayên ekonomîyê dibêjin li Fransayê ti carî însanên ewqas zengîn çênebûbûn, lê dibêjin li vî welatî gelek însan jî nikarin îdare û debara xwe bikin. Liberte, egalite, fraternite, slogana milî ya Fransa ye, azadî, wekhevî û biratî. Payîza 2026an bi sed hezaran welatîyên Fransayê bi hîsên biratîyê li hev kom bûne, bi heq, hêrs û herba azadîyê jiber bihabûna heyatê li protestoyan dibêjin wekhevî nemaye. Fotograf: Eren Araman - Instagram EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠

Episode details come from the podcast's RSS feed.

Embed this episode

Ready to play

#483. Serhildan Z.

0:00 2:55

No transcript yet.

Requests help us decide what to transcribe next.

Frequently asked questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 2 minutes long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on October 17, 2026.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.