Skip to content
#501. Misirî, Michiganî, Misliman: Abdul El-Sayed episode artwork

Nov 5, 2026 3 min

#501. Misirî, Michiganî, Misliman: Abdul El-Sayed

from Perxudres Podcast Hosted by Perxudres Medya

Amerîka 3yê Qasima 2026an bo hilbijartinên nîvdemî, bo midterm elections, çû ser sindoqan. Di hilbijartinan da li hember Komarîyan, li hember Cumhurîyetçîyan yanî, kêf bû kêfa Demokratan ku wan li çend eyaletan navên xwe li tarîxê nivîsîn. Ji vê tarîxê navek jî Abdul El-Sayed bû, bi vî navî li Amerîka cara pêşî ye Mislimanek dibe senator. Abdul El-Sayedê bi eslê xwe ji Misirê ye ji eyaleta Michiganê hat hilbijartin. Michigan merkezeka Amerîkîyên Ereb e. Serokê Amerîka Donald Trump di mîtîngekê da ser Abdul El-Sayed gotibû ew cîhadîst e û paşê jî gotibû berî ew here Senatoyê gerek di dedektorên metal ra derbaz bibe. Abdul El-Sayed sala 1984an li Detroitê hatiye dinê. Hîn î 3 salî bûye dê û bavê wî ji hev veqetîyane, damarîya wî Jacqueline Johnson ew xwedî kiriye. Li unîversîteyên Michigan û Columbia tib xwendiye Abdul El-Sayed û ser epîdemîyolojîyê xebitîye. Kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi polîtîkayên çep meşand Abdul El-Sayed, got seba dewlet xizmetên rind bide û herkes jê îstîfade bike, gerek mîlyarderên mezin bac û xeracê bidin û wî desteka Amerîka ya bo Îsraîlê jî da ber top û tîran. Di mîtîngekê da Abdul El-Sayed ji Amerîkîyan got ku pereyên ku hûn didin dewletê li şûna ku bibin bombe û li xelkê û li zarokên wan kevin, gerek jibo we û zarokên we werin xerckirin, fehmkirina vê meselê ne zor e. Abdul El-Sayed ser operasyonên Îsraîlê yên li Gaza dibêje jenosîd e, lê Îsraîl vê sûcdarkirinê heta niha jî red dike. Reqîbên Abdul El-Sayed dibêjin danûstandinên wî bi Îxvanî Muslimîn ra hene ku ew li Misirê hereketa herî mezin û herî kevn e. Wê hereketa sosyal, sîyasal û Îslamî sala 1928an bi rêberîya Hasan El Benna destpê kiriye û xêncî Misirê li Urdun, Surîye û li welatên din ên şerqî deng daye. Li hêla Filîstînîyan, Harekat el-Muqawamah el-Îslamîye, bi Kurmancîya wê Hereketa Berxwedana Îslamî, bi kinkirina wê Hamas ji Îxvanî Muslîmîn çêbûye. Îxvanî Muslimîn piştî serhildana Bihara Ereban ya 2011an bo demeka kin hatibû îqtidarê. Abdul El-Sayed dibêje ti dostanî û danûstandina wî bi wan koman ra tune û ew li gor qanûnên Amerîka hereket dike, û bang li Amerîkîyan dike ku ne li eslê wî ne li dînê wî, lê li polîtîkayên wî binêrin.

Episode details come from the podcast's RSS feed.

Embed this episode

Ready to play

#501. Misirî, Michiganî, Misliman: Abdul El-Sayed

0:00 3:46

No transcript yet.

Requests help us decide what to transcribe next.

Frequently asked questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 3 minutes long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on November 5, 2026.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.