#75. Pez û Pereyên Şêx Seîd - Berî Pîranê episode artwork

EPISODE · Apr 13, 2023 · 1 MIN

#75. Pez û Pereyên Şêx Seîd - Berî Pîranê

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

Serhildana Şêx Seîd bi derketina belgeyên nû ra reng û rûyê xwe çîşkek be jî parçek be jî diguherîne her carê. Ew serhildana sala 1925an li gor hinekan hereketeka paşverû ye, hinek jî wê wek îtirazeka milî dihesibînin; ser vê meselê lihevkirineka tam heta niha jî çênebûye. Lê çi gundî çi xwendî hema bêje ji her sinifê Kurd, Şêx Seîd wek şexsekî zengîn û efendî dibînin. Bavê nivîskar Malmîsanij, ku ew jî bi Şêx Seîd ra rabûye, di roportajekê da ser şêx wanî dibêje ji kurê xwe ra: ‘’Şêx Seîd Efendî bi xwe li Xinisê bû, pir zengîn bû. Çar pênc kerî pezên wî hebûn. Wî berê li her bajarî merivin dîtibûn, gotibû, herkes li cîhê xwe dest deynin ser hikûmeta xwe, em vê qanûnê qebûl nakin. Şêx dev ji hemû mal û milkên xwe berda, rabû berê xwe da memleketê me, hat.’’ Canip Yıldırım jî, ku ji wan xwendîyên berê yên Diyarbekir e, li ser pirseka Orhan Miroğlu dibêje ‘’Şêx Seîd Efendî ticarekî pir mezin bû, li Erziromê bi hezaran mîhên wî hebûn. Wî, ew dibirin li Îraq û li Sûrîyê difirotin. Zatenî gotina wan e, pez û pere..’’ Omer Faruk BaranJibo malumatên zêdetir: Gotibûn Ku - Malmîsanij, Weşanxaneya Vate - 2006Canip Yıldırım'la Söyleşi: Hevsel Bahçelerinde Bir Dut Ağacı - Orhan Miroğlu, İletişim Yayınları - 2005Va xeleka Nîsana 2022yan di restorekirina qeydên berê de Temûza 2025an li şûna xelekeka muzîkê ya Nîsana 2023yan hatiye bicîhkirin. ***⁠⁠Perxudres Podcast weşaneka serbixwe ye û ji ti cîhî ti pere û piştgirîyê nastîne. Destekçîyên Perxudres Podcsostê guhdarên nola te hêja ne. Tu dikarî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bidî vê podcastê ku weşana wê nesekine, dewam bike. ⁠⁠***

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Apr 13, 2023

Embed this episode

Ready to play

#75. Pez û Pereyên Şêx Seîd - Berî Pîranê

0:00 1:44

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 1 minute long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on April 13, 2023.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!