#85. Xêncî Aşiyê Her Tişt û Etîmolojî  episode artwork

EPISODE · Jun 1, 2023 · 1 MIN

#85. Xêncî Aşiyê Her Tişt û Etîmolojî

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

Taman, patrome, mutribe, lûl, soring, derzî, parza û vaksîn û çend kelîmeyên din. Xebatkarên medyaya Kurdî di pandemîya vîrusa korona de da ku nebêjin ‘’aşi’’ hezar teqle avêtin û li şûna ‘’aşi’’yê çêşîd çêşîd nav gotin. Lê ku medyayê Kurdî çi got jî ji devê milet tim ‘’aşi’’ derket û tim ‘’aşi’’ li milet ket. Elbet a medya Kurdî refleksa parastina zimên bû li hember zalimîya zimanê Tirkî bêmehne. Bes refleks carna dibe kompleks, meseleyên zil î zelal jî li nêv hev dixin û wan diherimînin û berdidin.Mele Evdirehman Uçaman, ku salên 1990î ser etîmolojîyê xebitîye, bi çavekî gelekî enteresan li ‘’aşi’’yê nihêrîye. Gorey gotina Mele Evdirehman, bi kesên xeyîdî ra danûstandin çênabe heta ku aşt dibin, ew darên fêkîyan nagirin nola wan kesên xeyîdî ne û ew piştî aşîkirinê fêkîyan didin. Di ser vê mantiqê re Mele Evdirehman koka aşiyê dibe aşê û bang li milet dike ku bi vê perspektîfê li aşiyê binêrin û li wê peyvê xwedî derkevin, pir ecêb pir enteresan. A rast dilê min li vê etîmolojîyê li vê fîlolojîyê rûnenişt, lê ez aşt bûm; ez ku pir giran bi vîrusa korona ketim, û ez aşi jî bûm, ez aşt bûm. Omer Faruk Baran ***⁠⁠Perxudres Podcast weşaneka serbixwe ye û ji ti cîhî ti pere û piştgirîyê nastîne. Destekçîyên Perxudres Podcastê guhdarên nola te hêja ne. Tu dikarî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bidî vê podcastê ku weşana wê nesekine, dewam bike. ⁠⁠***⁠Eger tu dixwazî metnên Perxudres Podcastê werin ser e-maila te du dikarî ji vê lînka Substackê bibî abone, belaş e. Gava tu bibî abone metnên her xeleka nû wê werin ser e-maila te. ⁠

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Jun 1, 2023

Embed this episode

Ready to play

#85. Xêncî Aşiyê Her Tişt û Etîmolojî

0:00 1:49

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 1 minute long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on June 1, 2023.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!