#91. Şorşikestîyên Çemo Çemo Avşîno episode artwork

EPISODE · Jul 13, 2023 · 2 MIN

#91. Şorşikestîyên Çemo Çemo Avşîno

from Perxudres Podcast · host Ömer Faruk Baran

Akademîsyen Serdar Şengul di nivîseka xwe de ser meseleyên zimên behsa êşeka êpêce giran dike.

Şengul dibêje wan di zarokatîya xwe de bi rîya tercûmanan bi pîrka xwe re xeber didaye û dibêje wê pîra 90 salî gava wan pê re xeber didaye serê xwe dizivirandiye û ji yên li dora xwe dipirsîye ‘’Dibê çi?’’ 

‘’Piştî çend salan ez hînî zimanê xwe bûm’’ dibêje Şengul, lê dibêje ‘’pîrka min nedît, ne me fehm kir wê digot çi û ne jî wê em fehm kirin.’’

Însan bi wijdan û merhemet be, ne mimkûn e ser vê meselê çizîni bi dilê însên nekeve. 

Tecrûbeyên bi hezaran salan, metn û gotinên dewr û zemanan sirf jiber ku şîrheramên rutbebilind rê li ber vî zimanê şêrîn şekir girtin negihiştîn me û çûn ketin tirbê. Loma şorşikestî ne em; kelîme û cumleyên me çiqas çeleng bin jî tim mîna ku hinek tehm jê kêm in. Gotinên me sist û sivik dimînin li ber gotinên wan kal û pîran ku ferhenga wan ya qewîn û qalind Kurd ü Kurdî bû. Eger em ferheng û ferasetê bidin hêlekê, lazim e em bêjin tirs û trajedîyên wan kal û pîran ne îşê îşan mezin bûn. Mesela Mehmet Feti Ceylanê ji hêla Xarpêtê di xatirata xwe de dibêje ‘’Em ji xwe re li gund, li mala xwe, li ber Kurdîya dengê Radyoya Yêrîvanê rûniştibûn ku mixtarê gund dengê radyoyê bihîst û ket hindur û got ku ’Qut ke dengê radyoyê qut ke, ma tu nizanî Kurmancî yasax e, wê te biavêjin hepsê!’’ ‘’Ji wê royê şûnde’’ dibêje, ‘’Mehmet Feti Ceylan, bavê min ti carî ew frekansa Kurmancî ya radyoyê venekir.’’ Ahil, cahil, zar, zilam, qîz û bûk û jinên Kurdên dewrekê ji talan û kuştinê filitîbin jî sipîsax meseleyên zimanê wan giran in bi her halî: Şiîreka ku Kone Reş bo zarokan nivîsîye, çi bigir ji çemekî zemên raber dike ku ji zimên çiqas xwîn niqutiye.. 

çemo çemo avşîno 
welatê min bi xwîno
rewşa wî kes nebîno 

Jêder: 

Şengul, Serdar: Dibê Çê, Botan Times, 11.03.2023 

Ceylan, Mehmet Feti: Pira Çandê, Weşanên Nûbihar, 2021 

Reş, Konê: Helbestên Zarokan - Sîpan û Jînê / Şagirtê Bedirxan Im, Weşanxaneya Aram, 2013

Episode metadata supplied by the publisher feed · Published Jul 13, 2023

Embed this episode

Ready to play

#91. Şorşikestîyên Çemo Çemo Avşîno

0:00 2:50

No transcript for this episode yet

We transcribe on demand. Request one and we'll notify you when it's ready — usually under 10 minutes.

No similar episodes found.

No similar podcasts found.

Frequently Asked Questions

How long is this episode of Perxudres Podcast?

This episode is 2 minutes long.

When was this Perxudres Podcast episode published?

This episode was published on July 13, 2023.

Can I download this Perxudres Podcast episode?

Yes. Use the download control on the episode player to save the publisher-provided media file.
URL copied to clipboard!