Osman Sebrî: Bûyîna Min
from Nuri Fırat - radioNF Hosted by Nuri Fırat
Yek ji wan rewşenbîrên Kurd e, ku jiyana wan bi temamî di nav têkoşîna de derbas bûye. Çi aliyê fikr û raman ve, çi ji aliyê siyasetê ve û çi jî ji aliyê têkoşîna pratîk ve… Di jiyana xwe ya têr, tije û dirêj de ji bo gelê xwe, ji bo gelê Kurd têkoşiya, emrê wî bi têkoşînê derbas bû. Loma jî jê re gotine Têkoşer, ango navêk wî yên din jî ev e. Lewra wî jî ji bo gelê xwe, gelê Kurd çi ji destên wî hatine, çi ketiye ser milên wî kiriye, bi cih aniye. Belê ez behsa Osman Sebrî dikim, ango Apê Osman Sebrî, gelê Kurd wî wisa jî bi nav kiriye. Ez ê destnivîsa wî bi we re parve bikim. Di sala 2003an de kurê wî destnivîsa Apê Osman Sebrî ji min re şandibû û me di kovara Vestayê de çap kiribû. Êja jî ez ê li ser #radyoNF’ê vê destnivîsê bi we re parve bikim… Ji bîrnekin û bibin abone û bi’ecibînin… #kurdish #OsmanSebri #Kurdî #Kurdi
Embed this episode
No transcript yet.