EPISODE · Aug 29, 2023 · 7 MIN
Payîzxêrk
from li ser pêyan, çend kelam. · host Hûrbînî
Payîzxêrka îsal ket. Payîzxêrk barana pêşîn a payîzekê ye, bîneke pir xweş ji axê difûrîne wexta dikeve. Ev jî ew metn e ku di dawî de min xwendiye: Payîzxêrk a xirab, ez wan dixwirînim û bêtir sor û bi temen dikim: du pizik di enîya min de hatine, tê bîra min ew çaxên ku pizik bi enîya min ve dihatin ez hêja di dibistana navîn de bûm, çax û benga xortikîyê, tehma lorikê. vî çendî: ji silava ku mûsimê li min kiriye, derpî bi qûna min ve zeliqîye. payîza îsal hema bêje ro bi ro, bi ewrên xwe yên reş re pelt bi pelt li ezmên, bi pelên xwe yên tûtinî ve qurf bi qurf li erdê û bi delalîya ciwanîkên xwe re ar bi ar li rasta bînahîya min ji min re dixwîne û dibêje: ez ji te re dizanim, kero!, tu jî ji xwe re bizane. ma ez çi ji te re bibêjim, tu bi xwedê? tu û bextê xwe, payîzxêrkê. Birûsk Aryan Îlon, 2016 - Stenbol Instagram: https://instagram.com/bruskaryan Youtube: https://youtube.com/c/Hûrbînî1 Twitter: https://twitter.com/hurbini1 Apple Podcasts: https://apple.co/3z8h9No Blog: https://bit.ly/2WdZy86 Spotify: https://spoti.fi/3zb7fdK
Embed this episode
Ready to play
Payîzxêrk
No transcript for this episode yet
Similar Episodes
No similar episodes found.