PODCAST · news
Raportên Peyamnêran
by SBS
Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. Pir caran, ev materyal ji hêla vegotinên sereke ve têne paşguh kirin.
-
68
Serokwezîr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka Tom Barrack civiyan
Serokwezîr Mesrûr Barzani spasiya Tom Barrack Nûnerê Taybet yê DYA bo hevkarîya Amerîka û piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê kir. Herdu alî li ser girîngiya ji nû ve aktîvkirina Parlamena Kurdistanê, avakirina kabîneya nû ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê û bi zûtirîn dem bidawîanîna rewşa siyasî li hev kirin. Her weha raport behsa parastina maf û pêkvejiyana olî û neteweyî ya li Herêma Kurdistanê ku neteweyên cuda bi awayekî azad tê de dijîn.
-
67
Çalakvanekî Kurd li Tirkiyê dîsa hat girtin û bû armanca dozgeran
Çalakvanê Kurd Ferîd Azad, dîsa hate desteserkirin. Azad, berdevkê Tevgera Vejînê ye, ew hem leşkerîya Tirkiyê hem jî zimanê Tirkî red dike û doza xwe ya ji bo mafê Kurd û Kurdistanê bi çalakiyên pasîf bi rêya medya civakî belav dike. Hevjîna wî Evîn Azad, behsa rewşa hevjînê xwe dike û vedibêje ka çima Ferîd Azad gelek caran dibe armanca dozgeran û di mafê wî de doz vedibin.
-
66
Festivala Şanoya Amedê ya Navnetewî bi 22 lîstikan destpê kir
Yanzdemîn Festivala Şanoya Amedê ya Navnetewî di 22ê Nîsanê de destpêkir ku heta 2ê Gulanê bi bernameyên rengin û dewlemend dê bidome. Ji 19 welatan 22 lîstik dê werin pêşkêşkirin. Berfîn Zenderlîoglu û Merîwan Helepçeyî derbarê festîvalê de diaxivin. Doktor Sabir Ebdulahîzad, jibo gohdarên SBS Kurdî li ser têgeh û ferhenga Yasaya Kurdî zanyarîyan dide.
-
65
Li rojavayê Mûsilê goreke komî ya Êzîdîyane nû dîtine
Rêxistineke mafên mirovan li Şingalê eşkere kir ku, 561 bermayên qurbaniyên Şingalê li pizîşkiya dadî ya Bexdayê mane û nasnameyên wan nehatine eşkerekirin. Heta niha 857 berma ji nava gorên komî hatine derxistin.
-
64
Gelo geşedanên vê dawiyê bandoreke neyênî li ser pêvajoya aştiyê li Tirkiyê bike?
Bûyer û êrîşên li ser Kurdan, li bakurê Surîye, li Tirkiyê bi taybetî di nav raya giştî ya Kurdan de dibe sedema nerazîbûnan. Dayikên Aşitîyê bi otobêsan çûn Enqerê, li pêş Wezareta Karên Derve ya Tirkiye daxuyanî dan, helwesta Tirkiyê li hember van êrîşan şermezar kirin. Li parlemana Tirkiyê jî rojeva gotarên serokê MHP Dewlet Bahçelî û yê DEM Partîyê, Tuncer Bakirhan, mijara êrîş û pevçûnên li bakûrê Surîye bû. Gelo ev geşedan dikare bandoreke neyênî li ser pêvajoya ku li Tirkiyê didome, bike? KCK li ser van fikaran daxuyanîyek da û helwesta Tirkiyê rexne kir.
-
63
Çekdarên PKKê di çarçoveya peymana çekdenînê de ji Tirkiyê vekişiyan
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) roja Yekşemê ragihand ku ew di çarçoveya pêvajoya çekdanînê de ku bi hukûmeta Tirkiyî re tê hevrêzkirin, ji Tirkiyê vedikişe, û zextê li Enqerê dike ku gavên pêwîst bavêje da ku ew bikaribe bikeve siyasetê. Em derbarê vê mijarê bi nûçegîhan Hatice Kamer re dipeyvin.
-
62
Gelo mimkun be hêzên Pêşmerge bibin yek?
Şîrketa pêwindiyan ya bi navê Korek Telecom ya Îraqî ye û navenda wê li bajarê Hewlêrê li Herêma Kurdistanê ye. Şîrket berî niha rastê sizayê hatibû û heya niha ew pirsa nehatîye çarekirin. Herweha di naveroka raporta ji Hewlêrê bizavên mezin jibo yekgirtina herdu hêzên 70 û 80 yên hêzên pêşmergeyên Kurdistanê hatîye kirin ku herdu bibin yek û bikevin jêr desthelata Wezareta Pêşmerge û Hukûmeta herêma kurdistanê. Zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
We're indexing this podcast's transcripts for the first time — this can take a minute or two. We'll show results as soon as they're ready.
No matches for "" in this podcast's transcripts.
No topics indexed yet for this podcast.
Loading reviews...
ABOUT THIS SHOW
Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. Pir caran, ev materyal ji hêla vegotinên sereke ve têne paşguh kirin.
HOSTED BY
SBS
CATEGORIES
Loading similar podcasts...