PODCAST · society
Roj baş Australya!
by SBS
Roj baş Australya! Ger tu koçberekî nû hatiye Down Under (Australya) ev podkastên bi Kurdî ji bo te ne. Ew ê ji bo te bibin alîkar da ku tu adetên xerîb yên şêwe jiyana Australîyan fêm bikî.
-
7
Gelo Australî çima ewqas ji beravê hezdikin?
Australya neteweyeke melewaniyê ye, zêdetirî 10,000 berav li ser kenarê wê hene. Di vî beşê Australya Binase de, fêr bibin ka çima Australî ewqas bi beravê ve girêdayî ne.
-
6
Rêbernameya te ya fêrbûna zarava Australî
Ma tu dixwazî ji bo brekkie bikkie yan barbie bixuwî ? Zarava Australî dikare hin kesan di nav tevliheviyê de bihêle.
-
5
Ji vêcîmayit bigire heya goştê kangerû: çîrokên li paş xwarinên herî berbiçav yên Australya
We tu caran goştê kangerû yan goştê witchetty grub (kurmikekî spî ye) xwariye? Şîrîniya Australî ya herî bijare bo we çî ye? Di vî beşê Australya Binase de, em hin xwarinên herî berbiçav yên welêt nîqaş dikin.
-
4
Zaroktiya li Australya çî ye?
Zarokatiya li Australya çi ye? Sosîcên li ser barbekyû di bin stêran de li parkeke neteweyî. Zarokatiya li Australya lîstina krîkit li hewşê, krîkita li parkê bi hevalan re û li beravê ye. Zarokatiya li Australya li her derê "bê lîstok" û "slip slop" wate krêma ji parastina royê. Di vê beşî de, em li ser zaroktiya Aussie (Australya) diaxivin. Zarok li kîjan karîkaturan temaşe dikin? Ew çawa li xwendegehê dixwînin? Li ku derê bê-sol direvin?
-
3
'Karê xwendegehê tune': tiştên ecêb ji perwerdeya li Australya bibhîse
Ji bo koçberan, geryana siberoja perwerdeyê ya 'baş' ji bo zarokan dikare dijwar be, bi taybetî dema ku li ser sîstêmên taybet û gelemper bifikirin.
-
2
Australya Binase: Australîbûn tê çi wateyê?
Guh bidin Australya Binase, podkasta SBS Kurdî ya nu, ku rêberiyeke destpêkê ye derbarê hemî tiştên Australî pêşkêş dike, di nav de zargotina rojane, xwarin, muzîk, werzîş, komêdî û bêtir.
We're indexing this podcast's transcripts for the first time — this can take a minute or two. We'll show results as soon as they're ready.
No matches for "" in this podcast's transcripts.
No topics indexed yet for this podcast.
Loading reviews...
Loading similar podcasts...